‘Em ji bo xebatên ku jinan diparêzin dereng nemane’

  • 09:11 9 Gulan 2020
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Ji parêzerên Weqfa Piştevaniya Jinan Ceren Kalay Eken qanûna înfazê nirxand û diyar kir ku divê jin di vê pêvajoyê de nekevin rehetiyê û her wiha parêzer Gunçe Çetîn jî diyar kir ku ew ji bo parastina jinan di xebatên fikrî de dereng nemane.
 
Bertekên li dijî qanûna înfazê ya bi dengên AKP û MHP’ê ji Lijneya Giştî ya Meclîsê derbas bû, didomin. Parêzerên Weqfa Piştevaniya Jinan Ceren Kalay Eken û Gunçe Çetîn sererastkirina înfazê û geşedanên piştî vê nirxandin.
 
Cerenê diyar kir ku qanûna înfazê li dijî destura binghîne û tevî di sererastkirinê de gotina ‘efû’ tune jî sererastkirineke ku efûya taybet dihewîne heye û got: “Bi qanûnên tûrik yên demên dawî di 11 qanûnan de guherîn hat kirin. Jê re negotin efû lê di gelek mijarên sûc de di beramberiya wê ya TCK’ê de ev efûya taybet e. Efûya taybet jî hinek rêbazên wê hene. Divê ji 5’an 3’yê parlamenteran vê qebûl bike. Li gorî destura bingehîn divê wisa be. Yanî divê wekheviyek hebe.”
 
‘56’emîn xala Peymana Stenbolê pêk nayê’
 
Cerenê daxuyakirin ku di civakê de jin û zarok ‘xeleka qels’ tên dîtin û wiha pê de çû: “Di pêvajoya pandemiyê de divê der barê kesên mexdur de sererastkirin bê kirin. Lê di sererastkirinê de derxistina gumanbaran heye. Kesên muxalîf û bertek nîşan didin jî di bin navê terorê de tên mahkumkirin. Rojnameger, muxalîf hemû di girtîgehan de lê sûcdarên edlî yên li dijî mirovahiyê sûc kirine tên derxistin. Ev jî fikarên me zêdedike. Xala 56’emîn a Peymana Stenbolê di rewşên wisa de dibêje ku ger gumanbarê sûc bê berdan jî divê ji bo mexdur agahî bê dayîn. Lê mixabin ev nehat kirin. Piştî sererastkirinê gelek jin li rêxistinên civakî yên sivîl geriyan û daxwaza alîkariyê kirin. Dewlet berpirse ku şîdeta li hember kesan asteng dike. Lê mixabin hemû mekanîzmayên dewletê qesl in. Di pêvajoya pandemiyê de tevgerên jinan û hevpîşeyên me ketin rehetiyek mezin. Em neçarin ku ji her demê zêdetir bixebitin. Divê em xwedî li Peymana Stenbol û qanûna hejmar 6284 derkevin.”
 
‘Yên sûcên wan teqez bibûn hatin berdan’
 
Gunçe Çetîn jî destnîşan kir ku pîvaneke navneteweyî ya wek ‘heta ceza teqez nebe kes bêguneh e’ heye û got: “Lê yên cezayê wan teqez bûne hatin berdan. Ev li dijî mafê mirovan e. Mirovên ku sûcên teqez nebûne, cenaze diyar nebûne jî tên girtin. Aliyên rastî newekheviya zayendî ya civakî hatine divê bi peymanên dewletê û bi taybet jî b peymana Stenbolê bên parastin. Ligel ku xalên sererastkirinê nayên fêmkirin, mirov jî dikevin fikaran. Ev şîdeteke psîkolojîk ya bi destê dewletê pêk tê ye. Sûcên gumanbaran jî bi destê dewletê tê derêkirin.”
 
‘Divê jin dengê xwe bilind bikin’
 
Gunçeyê balkişand ser pêvajoya pandemiyê û wiha got: “Ez naxwazim dema pandemî û beriya wê ji hev veqetînim. Ji mehên havînê de geşedanên girîng hene. guherîna qanûna nefeqeyê di carekê de zindî bû û bi saya tevgera jinan çewisî. Zewicandina zarokan her tim wek tehdît hat bikaranîn, giştînameya HSK’ê, qanûna înfazê û daxuyaniyên Diyanetê. Herî dawî jî qanûna ku zarok bi tecawizkarên wan re tên zewicandinê. Ev jî aliyê tevgera jinan ve hat çewisandin. Jinan bi vê fikarê her roj Meclîs TV temaşekirin. Di vê pêvajoyê de çi dibe bila bibe divê jin daxwazên xwe bînin ziman û her tim zextê li dewletê bikin.”