'Li hember planên dagirkeriyê yekîtiya kurdan pêwist e'

  • 09:08 9 Gulan 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê derbarê yekîtiya Gelê Kurd de nêrînên xwe anîn ziman û banga yekîtiyê li partiyên kurd kirin û gotin: "Li hember pilanên dagirkeriyê yekîtiya kurdan pêwîst e, em bangewaziya Rêber Apo ji bo yekîtiyê pêşwazî dikin û bang li partiyên kurdî dikin ku yekîtiya xwe ava bikin."  
 
Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivîn. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina telefonê de bal kişandibû ser yekîtiya Gelê Kurd û di nav de jî yekîtiya gelan. Bi banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re jinên Efrînê derbarê yekrêziya kurdî nêrînên xwe  bi me re parve kirin. 
 
'Ji bo yekîtiya kurdan em ê her bang bikin'
 
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê, Şaziye Îbarahîm bal kişand ser bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo yekîtiya Kurdan û wiha pê de çû: "Yekbûna Kurdan ji bo me li dijî pilanên navneteweyî girîng e. Rêber Apo di hevdîtina xwe ya telefonê de yekemîn banga yekîtiya kurdan kir, pêwist e gelê me û dostên me yekbûna xwe ava bikin. Li Başûrê Kurdistanê bi zanebûn pilan tên kirin. Ji bo şerê birakujiyê dernekeve, pêwist e malbata Barzanî û Talabanî nên vê lîstokê. Divê yekbûna kurdan ava bikin û dijminê kurdan nas bikin. Banga me ji Gelê  Kurd re heye ku rê li pêşiya pilanên qirkirinê bigirin û xwe li hember hemû neyaran bikin yek. Bangawaziya Rêber Apo ji bo ku bi cih were em ê her têbikoşin."
 
'Daxwaza dijmin şerê birakujiyê ye'
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê, Hêvî Silêman pêwistiya yekîtiya kurd di vê rewşa ku niha kurd tê de derbas dibin bi bîr xist û wiha domand: "Bangawaziya ku Rêber Apo ji bo yekîtiya Kurdan kiriye, pêwist e hemû kurd bi awayekî lez bi cih bînin, ji ber em di demek wiha de derbas dibin ku hemû pilanên qirkirinê ser Gelê Kurd tên çêkirin. Rêya xelasbûyina qirkirinê di yekîtiya kurdan de derbas dibe. Daxwaza gel jî ji bo yekbûnê heye, ji ber ku li darxistina Kongreya Netewî wê rê li pêşiya şerê ku niha diqewime, bigire. Xeyalên hêzên desthilatdar binpêkirina yekîtiya kurdan e Ji bo ku em berjewendiyên desthilatdaran bin pê bikin pêwistî bi yekîtiya kurdan heye. Bangwaziya me ji tevahî Gelê kurd re heye ku her kes bi erk û berpirsiyartiyên xwe rabin û xwedî li nirx, hebûn, welatparêzî û destkeftiyên ku bi xwîna pakrewanan hatine bidestxistin, derkevin û yekîtiya kurd bi lez ava bikin."
 
'Yekbûna kurdan tunekirina hêzên desthildar e'
 
Endama Meclîsa Kampa Berxwedan, Hacer Silêman daxwaza avakirina yekîtiya kurdan kir û got: "Di dirêjahiya dîrokê de her xwesteka me avakirina yekîtiya kurdan e. Em kurd giştî yek in û li dijî şerê birakujiyê ne. Em ê her dengê xwe ji bo partiyên siyasî bilind bikin ku dev ji ferq û cudahiyê berdin û tevahî kurd destên xwe bikin yek ji bo ku xwesteka hêzên desthildar binpê bikin. Yekbûna kurdan tunekirina hêzên desthilatdar e."