Medreseya Feqiyê Teyran a dîrokî terkî bi hilweşînê re rûbirû ye

  • 09:01 9 Gulan 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Bajarê  Şirnexê ku bi çand û dîroka xwe tê zanîn, avahiyên wê yên dîrokî bi xeteriya hilweşînê re rûbirû ne. Yek ji van avahiyên dîrokî yên li bajêr ku bi qedera xwe re rûbirû hatiye hiştin jî  jî medreseya ku ji aliyê zanayê Kurd Feqiyê Teyran ve hatiye avakirin e.  
 
Şirnex a bi çand, dîrok û xwezaya xwe balê dikşîne, ji Çiyayê Cudî, bajarên antîk, şikeft û warên dîrokî re malovaniyê dike. Bajarê ku bi bi berhemên xwe yên dîrokî balê dikşîne niha hemû berhemên dîrokî yên li bajêr bi xeteriya tunebûnê re rûbirû ne. Ji van berhemên ku terkî qedera xwe hatine kirin û li ber hilweşînê ne yek jê jî Medreseya Sor a zanayê kurd Feqeiyê Teyran  e.
 
Medrese terkî qedera xwe hatiye kirin
 
Medreseya Feqiyê Teyran a li Gundê Keraşînê yê di navbera navçeyên Şirnexê Basa û Cizîrê de ye, bi bedewiya xwe her kesî matmayî dihêle. Lê tenê dîwarên medreseyê li ser piyan mane. Mederese ji aliyê zanayê kurd û nûnerê wêjeya gel a tasavvufî Feqiyê Teyran ve hatiye avakirin. Ji ber piştguhkirinê medreseya terkî qedera xwe hatiye kirin niha bi hilweşînê re rûbirû ye. 
 
Medresê restore nakin 
 
Medrese ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Muze û Hebûnên Çandî ya Wezareta Çand û Turîzmê ve nayê parastin. Medreseya ku restore nakin darbeya  herî mezin  di sala 1990’an de ji ber xebatên riya bejayî xwariye. Ji ber çêkirina rê beşek mezin a medreseyê hatiye hilweşandin û piştî çêkirina rê jî restorasyona wê nehatiye kirin.
 
Her wiha li  navçeya Şirnexê ya Cizîrê gelek berhemên din din ên dîrokî jî ji ber piştguhkirinê li ber hilweşînê ne. Yek ji van berhemên ku hatine piştguhkirn jî  Xerabeyên Kasrîkê ne ku ji dema Asuriyan mane û texrîbatek mezin li ser wan hatiye kirin.