ROJEVA 9 ’ê GULANA 2020’AN

  • 09:00 9 Gulan 2020
  • Rojev
*Ji Rêveberiya Komîteya Aborî ya Kongreya Star a Herêma Firatê Cîhan Kîko destnîşan kir ku armanca wan ya sereke ya ji vekirina dirûxaneyê ew e ku jin derftên kar peyda bikin û got: "Em tim hewl didin ku projeyên girêdayî jinan ava bikin, piştgiriyê bidin jinan û wan pêş bixin. Bi vê yekê jin dikarin xwe û civaka xwe bi rêve bibin û rola xwe ya bingehîn bilîzin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînê derbarê yekîtiya Gelê Kurd de nêrînên xwe anîn ziman û banga yekîtiyê li partiyên kurd kirin û gotin: "Li hember pilanên dagirkeriyê yekîtiya kurdan pêwîst e, em bangewaziya Rêber Apo ji bo yekîtiyê pêşwazî dikin û bang li partiyên kurdî dikin ku yekîtiya xwe ava bikin." DÎMEN HEYE
 
*Bajarê  Şirnexê ku bi çand û dîroka xwe tê zanîn, avahiyên wê yên dîrokî bi xeteriya hilweşînê re rûbirû ne. Yek ji van avahiyên dîrokî yên li bajêr ku bi qedera xwe re rûbirû hatiye hiştin jî  jî medreseya ku ji aliyê zanayê Kurd Feqiyê Teyran ve hatiye avakirin e.  
 
*Hunermenda fransî Eleonore Fourniau ku bi mûzîka kurdî mijûl e di demên dawîn de bi hunera xwe bala gelek kurdan dikişine ser xwe. Eleonore Fourniau diyar kir ku mûzîka  kurdî ew hestiyar kiriye û wiha got:"Muzîka kurdî min gelek hestiyar kir. Ji ber ku ev muzîk wekî xezineyekê ye û wateyên di sitranan de gelek kûr in." DÎMEN HEYE
 
*Diyetîsyen Zelîha Avag anî ziman ku ligel pêvajoya karantînayê bikaranîna kafeînê zêdetir bûye. Herwiha Zelîhayê got ku Kafeîna zêde dibe sedema windabûna ava laş, xwarina zêde û stresê. DÎMEN HEYE
 
*Yekem siyasetmedara jin a Kurd ya ji aliyê Îranê ve hat darvekirin Şîrîn Elemhulî û sê hevalên wê 10 sal berê hatin darvekirin. Tevî 10 sal di ser darvekirina wan re derbas bûye jî hîna cihên gorên wan nayên zanîn.
 
*Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bertek nîşanî pejirandina cezayê siyasetmedar Selma Irmak da û got: "Kurdên ku ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn dane niha girtî ne û li girtîgehan terkî mirinê hatine kirin. Ew ji ber parçebûna kurdan pêk tê û divê êdî kurd vê tiştê bibînin û yekitiya neteweyî pêk bînin." DÎMEN HEYE
 
*Ji parêzerên Weqfa Piştevaniya Jinan Ceren Kalay Eken qanûna înfazê nirxand û diyar kir ku divê jin di vê pêvajoyê de nekevin rehetiyê û her wiha parêzer Gunçe Çetîn jî diyar kir ku ew ji bo parastina jinan di xebatên fikrî de dereng nemane. BI DÎMEN
 
*Dayika girtiyê bi navê Botan Tîmur, Aslihan Tîmur diyar kir ku  2 meh berê bi rêya  PTT’ê pere ji kurê xwe re şandiye lê hîna pere neketiye hesabê wî û got: “Pereyê em dişînin jî nakin hesabên zarokên me. Gelo wê zarokên me xwe çawa biparêzin.” BI DÎMEN
 
*Rîska vîrusa korona berdewam dike û hikûmetê di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusê de, daxuyanî da û biryar da ku wê ji 11’ê Gulanê şûnde tedbîr bên sivikirin. Ji ber vê jî fikar zêde dibin. Kedkarên perwerde û tenduristiyê der barê biryarê de axivîn û di mijara encamên nebaş de hişyarî kirin. BI DÎMEN
 
*Gulperî, Bediye û Sultan sê jin, bi têkoşîn, bawerî û bêrîkirina  zarokên têdikoşin. Gulperî li gorên zarokên xwe digere, Bediye ku bi zor û zehmet cenazeyê zarokê xwe girt, têdikoşe ku gora wî neyê texrîbkirin. Sultan jî 20 sal e li ber deriyê girtîgehê li benda keça xwe ye. BI DÎMEN