Daxuyaniya ji bo Roja Dayikan: Divê girtiyên siyasî bên berdan

  • 16:29 8 Gulan 2020
  • Rojane
WAN - Bi wesîleya Roja Dayikan li Wanê daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de banga berdena girtiyên siyasî hat kirin. 
 
Bi minasebeta Roja Dayikan, Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê daxuyaniyek dan. Malbatên girtiyan û parlamentera Wanê Muazzez Orhan tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji Girtiyên Siyasî re Azadî" hat vekirin. Behice Abî daxuyanî da. 
 
Behîce di daxuyaniyê de diyar kir ku nêzî 3 meh in li şewba vîrûsa koranayê heye û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest da. Behîce, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di vê pêvajoyê de li girtîgehê hejmara nexweşan jî zêdetir bûn. Em ji rewşa tenduristiya zorakên xwe bi fikar in. Divê girtiyên siyasî bên berdan."
 
Behîce, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku bila Roja Dayikan bila ji aştiyê re bibe wesîle û got: "Em bang li Wezareta Dadê dikin ku bila girtiyan serbest berdin."
 
Piştî daxuyaniyê jinan çûn serdana dayikên ku nikarin di pêvajoya vîrûsê de derkevin derve.