393 jin banga guhertina qanûna înfazê kirin

  • 13:47 8 Gulan 2020
  • Rojane
ENQERE - Li dijî qanûna înfazê, 393 jinên rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, ronakbîr û aktivîst metneke hevpar îmze kirin û banga guhertina qanûna înfazê kirin. 
 
393 jin ku di nav wan de rewşenbîr, nivîskar, nûçegihan, akademîsyen û atkivîst hene metneke hevpar amade kirin û xwestin ku newekheviya di qanûna înfazê de were rakirin, ji bo parastina mafê jiyanê û tenduristiyê yê girtiyan bang kirin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 
 
''Di rewşeke wiha de ku jixwe pergala xweragiriyê ya girtiyan qels e, her wiha hewcehiyên din ên jinan nayên bi cih anîn, van rojan serwîsa xwarina germ hatiye sekinandin, tenê zadê hişk didin wan. Sedem jî ew e ku xwarin li girtîgehên vekirî têne çêkirin, li van girtîgehan jî ji ber tehliyebûna hikimxwariyên li girtîgehan hatine berdan xwarinê nadin wan. Cihên ku girtî û hikimxwarî lê dimînin nayên dezenfektekirin, malzemeyên paqijiyê nadin wan, maske û lepikan belav nakin. Li kantînê  dezenfektana karîger a bi alkolê peyda nabe, bihayên qantînê pir zêde ne.
 
Weke terisandina cihêkariya zayendî ku li her deverê didome, li girtîgeha Kandirayê ku siyasetmedarên jin, hevşaredar lê têne girtin, binpêkirinên ku em hewl didin par ve bikin hê xirabtir e. Di siyasetê de ku jin bi kêferateke zêde li qadên ku vekirine ji bo ku dîtbarî û temsîliyeta jinê pêk bîni, dengê xwe bidin bihîstin, li girtîgehan jî siyasetmedarên jin nayên xuyakirin. Ev jî tê manaeya ku binpêkirinên li ser wan pir neyên ser rojevê.''
 
Jinan derbarê tiştên ku divê werin kirin de wiha rêz kirin: 
 
''*Qanûna têkilî guherîna înfazê ji hêla Dadgeha Destûrê ve ji hêla şeklî ve hatiye qebûlkirin, wê ji hêla esasî ve lê were nêrîn. Qanûn efûyeke qismî ye. Li gorî destûrê guherîna qanûnî ya efûyê divê bi piraniya 3/5 bibe qanûnî. Qanûn li dijî rêgeza wekheviyê ya xala 10'an, li dijî rêgeza dewleta hiqûqê ya xala 2'an ya Destûrê û li dijî qanûna qedexeya cihêkariyê ya xala 14'an a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye û divê ev werin berçavkirin.
 
*Jinên ku mafê wan ê jiyanê nayê parastin, zarok û komên dezavantaj ku li saziyên înfaza cezayê dimînin divê di Qanûna Înfazê ya cihêkar de wekhevî were bicihanîn û werin berdan.
 
*Cezaxwarî jî bin ji ber pandemiyê yên bi nexweşiya kronîk ku rîska herî mezin li ser wan e û yixtiyar divê cezayên xwe li malê bikişînin, ên girtî jî bi şertê kontrola edlî werin berdan.
 
*Hemû girtiyên ku semseletên grîbê bi wan re hene ji bo tedawiyê divê demildest werin berdan.
 
*Ji bo ku girtî têr bibin û bi pergala xwarinê bixwin divê xwarina germ dîsa bidin wan.
 
*Divê hemû qadên bikaranînê tim werin dezenfektekirin, divê malzmeyên hijyen û paqijiyê, maske û lepikan bê pere bidin girtiyan.
 
*Li gorî rapora Wezareta Dadê li girtîgehên vekirî bi dehan memurên zêrevanê înfazê yên li girtîgehan peywirdar bi vîrûsa koronayê ketine. Divê memûrên zêrevanên înfazê her roj testa wan were kirin.
 
*Divê Wezareta Dadê xizmên girtiyan bi biryarên rojane agahdar bike, sînordarkirinên li ber axaftina bi telefonê werin rakirin, axaftina bi telefonê heftiyê bibe du caran û her carê bibe 20 deqe û fikarên xizmên girtiyan werin bicihanîn.
 
*Em dixwazin odeya tabîban girtîgehan kontrol bike.''