Li Girtîgeha Sîlîvriyê 44 kes bi Vîrusa Koronayê ketin

  • 12:09 8 Gulan 2020
  • Rojane
STENBOL - Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 7 a Sîlîvrî 44 girtî û hikumxar bi vîrûsa koronayê ketin. Ji girtiyên testa wan pozîtîf derektin 2 jê li nexweşxanê û yên din jî li girtîgehê xistin karantînayê. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê, ragihand ku li Saziya Înfazê ya Girtîgeha Sîlîvrî 44 girtî û hikûmxar bi şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ketine. Serdozgeriyê di daxuyaniya da de wiha got: “Piştî testa 2 girtiyan pozîtîf derket, testa 42 girtiyên din jî hatin kirin. Di testa van girtiyan de jî vîrûs hat tespîtkirin. Ji girtiyên testa wan pozîtîf derketin 2 jê li nexweşxanê û yên din jî li girtîgehê xistin bin karantînayê.”