Dadgehê cezayê kiryarên 2 zarokên di bin beton de man kêm kir

  • 10:13 8 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê, cezayê li bersûcên du zarokên ku di bin blokên betonî yên dibistanê de mabûn û jiyana xwe ji dest dabûn hatibû birîn, kêm kir. 
 
Di sala 2016'an de li Taxa Ben û Sen a navçeya Yenîşehîr a Amedê Dibistana Navîn a Tûrgût Ozal kiribûn qereqol û derdora wê bi blokên betonî hatibû girtin. Lê belê ji blokên hatibûn bicihkirin hin jê ketibûn xwarê û Ayaz Ozdemîr û Fûrkan Oner ên 6 salî di bn de mabûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Lê belê cezayê ku li bersûcên her du zarokan hatibû birîn Daîreua 16'an a Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê kêm kiriye. Îstinafê, gotiye zêdekirina cezayê wan "dijî qanûnê" ye û ceza kêm kiriye. 
 
Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê a Amedê 8 sal li operatorê vînçê Azîz Korkmaz, li xwediyê fîrmaya Omeroglû Mahmût Kazaylek û li rayedarê fîrmaya taşeron Faîk Kayar jî 6 sal û 8 meh ceza birîbû. Lê belê Îstnafê cezayê Azîz  kir 6, ê Mahmût û Faîk jî kir 5 sal.