‘Êrîşa li dijî goristanan ji bo tunekirina bîra civakî ye’

  • 09:14 8 Gulan 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Endama DÎK’ê Hatîce Kavran û Hevseroka Anyakay-der Sultan Karasu bertek nîşanê êrîşên li hember gorên PKK’iyan dan. Sultanê da zanîn ku divê civak bertekên xwe zêde bike û got wê ew jî vê mijarê bibin platformên berfireh û qada navneteweyî.
 
Li Amed, Muş, Wan, Colemêrg, Çewlîk û navçeyên wê li dijî gorên PKK’iyan êrîş pêk hatibûn. Endama Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Hatîce Kavran û hevseroka Komeleya Kesên Xizmên xwe Winda kirine yên Anatolyayê (Anyakay-der) Sultan Karasu êrîş nirxandin.
 
‘Yê ev êrîş kirine ji mirovahiyê nisîbê xwe negirtine’
 
Hatîceyê bi lêv kir ku di tu baweriyê de zirar ji bo mirî nayê dayîn û got: “Êrîşa li hember mirî an jî goristanê di tu baweriyê de tüne ye  û ne mirovahiye. Li hember goristan û pîrozahiyên kesên din êrîş pêk anîn li dijî mirovahiyê bê hurmetî ye. Yên ev kirine jî ji mirovahiyê nisîbê xwe negirtine. Êrîşên li hember goran di civakê de nayên qebûlkirin. Ger vê li gorî qanûnên xwe jî dikin, mixabin ev li dijî xala 153’emîn a TCK’ê ye.”
 
‘Bi goristana Garzan dest pê kirin’
 
Sultan Karasu jî destnîşan kir ku êrîşan bi goristana Garzan destpê kiriye û li Garzanê 282 gor hatin texrîbkirin û cenaze anîn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Sultanê wiha berdewam kir: “82 malbatî ji bo testa DNA serlêdan kirin. Ji nav van tenê cenazeyê 21 kesî hat tespîtkirin û teslîmirin. Êrîşên li hember gor û cenazeyan konsepta şer e. Ev êrîş heta Seyîd Rizayan diçe. Hîna gorên wan jî tüne ne. Ev parçeyeke şerê taybet e. Ev tê wateya ku li dijî bîra civakê têdikoşin e.”
 
‘Divê bertek bên bilindkirin’
 
Sultanê di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanê êrîşan da û diyar kir ku divê li dijî êrîşan bertek zede bibin û wiha pê de çû: “Em ê bertekên xwe bilind bikin. Em ê bigihînin platformên berfireh. Em ê bibin asta navneteweyî.”