‘Hikumet dikare pêvajoyê bi rêve bibe lê qeyrana tercîh dike’

  • 09:06 8 Gulan 2020
  • Rojane
Medya Uren – Rengîn Aîzoglu
 
AMED - Aborînas Yasemîn Kiliç derbarê qeyrana aborî de gotinek ya pêşiyan a ‘Ga filitî, ne îşê mozê ye’ bi bîr xist û rewşa heyî ya Tirkiyeyê wiha şîrove kir: “ Sedema mezinbûna qeyrana aborî hikûmet e. Ev qeyran beriya şewba vîrûsê ji hebû, Ango ga filitî bû, ev ne îşê vîros ye. Hikumet ne ku nikare pêvajoyê bi rêve bibe, dikare lê qeyranê tercih dike. Hikûmetê ji bo xwe ev pêvajo kiriye fersend û li gorî berjewendiyên xwe bi rêve dibe.”
 
Demek dirêje her ku diçe qeyrana aborî li Tirkiyê mezin dibe. Di sala 2019’an de li ser hejimara bêkariyê  milyonek û 376 hezar kes zêde bûn û hejimara kesên bêkar gihişt 4 milyon û 730 hezar kesî. Lewra bêkarî rewşa aboriyê bi giştî radixe ber çavan. Vê carê belavbûna şewba Koronoyê (COVİD-19) re hemû qad bi bandor bûn. Bi hezaran kargeh hatin girtin û li gorî aborînasan wê hejimara bêkaran, bi taybet jî hejimara jinên bêkar ya îsal gelek zêde bibe. Aborînas Yasemîn Kiliç di derbarê rewşa aboriyê ya Tirkiyê û pêvajoya îro de nirxandina xwe bi ajansa me re parve kir.
 
‘Xizan bêhtir xizan bûn û dewlemend jî bêhtir dewlemend bûn’
 
Yasemînê di destpêka axaftina xwe de qala rewşa aborî ya heyî kir û wiha got: “Li Tirkiyê bi salane qeyranek ku hertim welat ber bi xirabûnê ve dibe heye. Her sala hejimara bêkaran, rewşa kargehan  û zamên li ser xurekê rewşa heyî nîşan dida. Lewra ne pêkane ku di nava mehekê de aboriya welatekî serû bin bibe. Divê hikûmet ji bo xwe şewbê neke hincet. Weke gotinek yê pêşiyan heye dibêje ‘Ga filitî, ne îşê mozê ye’. Ango ji xwe aborî di rewşek awarte de bû. Ne ku vîrûs wê  mezin kir. Ev rewşa heyî nedihat binavkirin û qebûlkirin. Li gorî min hikumet dikare pêvajoyê bi rêve bibe, beriya niha û bi şewba vîrûsê re ji. Lê qeyran bêhtir li îşê wan tê, ev yek ji bo xwe kirin fersend. Hertişt li gorî berjewendiyên xwe bi kar anîn. Yanî hikumetê qeyran tercîh kir. Ji ber ku wê timî berjewendiya beşek ya civakê girt dest. Ango ji 10’an 9’ê civakê hat jibîrkirin. mînakên vê berbiçavin, kesên dewlemend dewlementir dibin û yên xizan jî xizantir dibin. Ev encam ji nişkave derneketin holê.” 
 
‘Qeyran ji nişkava derneket holê’ 
 
Yasemînê bal kişand ser encamên vîrûsa kornoyê û wiha got: “Hemû welat ji vîrûsê bi bandor bûn û ketin zererê. Lê welatên ku xwedî bingeheke ne qahîmin ango bê amedekarî bûn ev pêvajo girantir derbas kirin. Li Tirkiyê ji xwe bingeha qeyrnê hebû, bi şewbê re asta qeyranê her ku çu mezin bû. Em dibînin niha welatî nikarin kîraya xwe bidin. Lewra gelek kes hene nikarin xurekê ji bistînin. Rexmê vê jî mixabin weke niha di her qeyranê de jî çavê hikumetê li kurika (berîk) welatiyan e. Her roj Kizlaya wan ji bo alîkariyê peyamê ji welatiyan re dişine ku piştgiriya aborî bidin. Lê xwe weke ‘devleta bav’  didin naskirin. Hişmendî bi serê xwe şaş e.  Lê ev erka xwe ji pêknaînin. Her roj banga li mal mayînê tê kirin. Rast e ji bo tendirustiya civakê û ya xwe divê em li malê bimînin. Lê we heya niha rayedarek dîtiye ku dibêje di rojên îzalasyona civakî de hunê wisa debara xwe bikin. Derbarê aboriyê de çareserî neafrandin. Tenê dibêjin li malê bimînin. Li Tirkiyê bi hezaran malbatên xizan hene ger ku dibêjin li malê bimînin divê alîkariyê bidin wan. Nikarin pêdiviya maskeyan a welatiyan ji pêşwazî bikin. Gelo em ê çawa bikaribin ji bin vê qeyrana aboriyê derbikevin em ji mereq dikin.”
 
‘Hikumet bi pereye ji welatiyan girt îdareya xwe dike’
 
Yasemînê got ku ger ew rewşa çandinî xurekan bidîn berçavan ew ê qeyrana heyî ji xwe bibînin. Zeynebê wiha berdewam kir: “Tirkiye welatek yê çandinî û cotkariyê ye. Di aliyê çavkaniyên av, çandiniyê de cihekî herî bi bereket e.  Hema bêje hemû cure fêkî, zebze û xurek lê şîn dibin. Pirsa di hişê me de çêdibe ev e, gelo di rewşek wiha de çima nikare debara xwe bike? Hikumet bi pereyê  ji welatên girtiye îdareya xwe dike. Qeyran qat bi qat zêdetir dibe. Lê belê çi ji ewqas berhemên ji çandinyê tên girtin tê kirin. rexmê evqas hilberînê çima tim bihayê xurekan zêde dibe? Beriya niha di medyaya civakî de em bûn şahiD ku bi tonan cureyên xurekê di dest cotkaran de maye ango xirabû ne.”
 
‘Barê herî mezin li ser milê jinê ye’
 
Yasemînê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinan di vê qeyranê de û wiha got: “Di qeyranan de barê herî mezin li ser milê jinê ye. Ji ber ku di destpêkê de ew ji kar tên avêtin û gelek pirsgirêkên weke vê dijîn. Ango jin bêhtir bê sîgorta yan ji bê temînat dixebitin, ev ji polîtîkayek ya hikumetê ye ku ji jinan re ev qalib tekuz kirine. Em derûniya bêkariyê kêm zêde dizanin. Bêkarî tê wateya nearamiyê. Ev ji tenê nabe pirsgirêkek ya aborî. Ji wê zêdetir rê li ber pirsgirêkên derûnî, tundiyê ji vedike. Îzalsyona civakî pêkhat, kargeh hatin girtin, derketina derve hat qedexekirin. Berî herkesê dîsa jin ji kar hatin avêtin, di malê de herî zêde keda wan hat binpêkirin û dîsa di malde hîn zêdetir bi şîdetê re hatin rûhev. Niha li daneyan temaşe bikin yên herî zêde ji vê pêvajoyê bi bandor dibin dîsa jin in. Ji bo pêşî  girtina li vê jî tiştek nayê kirin. Lewra tiştên tên kirin ji zererê didin civakê. Bi pakêta darazê ya nû re gelek tacîzkar, kesên tundiyê li jin û zarokan dikin û gelek kesên sucên mîna van kirine hatin berdan. Ev tê wê wateyê ku berjewendiyên civakê qet nayên fikirîn.”