‘Em ê bi hev re taxên xwe ji nexweşiyan biparêzin’

  • 09:05 8 Gulan 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Meclîsa Taxa Şêx Meqsûd  bi alîkariya komînên  taxê dest bi paqijkirina malên ku ji xwediyê xwe vala ne kirin. Jinên ku tevlî hemleya paqijkirinê bûne  wiha gotin: “Armanca me ji paqijkirina van malan ew e ku em parastina taxa xwe  ji nexweşiyan  bikin. Em ê bi hev re taxên xwe ji naxweşiyan biparêzin.”
 
Li tevahî welatên cîhanê  ji bo parastina ji Vîrûsa Koronayê  gelek tedbîr hatine girtin. Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bi armanca parastina gel a ji Vîrûsa Koronayê,  bi pêşentiya meclîsa gel, endam û rêveberên komînan dest bi hemleya paqijkirina malên ku ji xwediyên xwe vala  ne kirin. Ev demeke ku ev hemle hatiye destpêkirin, tê de hemû gelê taxê bi hev re alîkar e. Li sê taxên Helebê Şerqî, Xerbî  û Eşrefiyê vê hemleyê dest pê kir û heya niha jî didome. Têkildarî mijarê jinên taxa Şêx Meqsûd ser vê hemleyê nêrînên xwe parve kirin.
 
‘Armanca me ji paqijkirina malan xweparastina ji nexweşiyan e’
 
Jina bi navê Verjîn Mihemed derbarê hemleya paqijkirina malan de wiha nêrîna xwe  anî ziman: “Ev bû çend roj in me dest bi paqijkirina malên vala kirine, da ku em derdora xwe paqij bikin û xwe ji vîrûsê biparêzin. Hemû endamên komînan û gelê me jî  bi me re  bû alîkar. Em komîn bi komîn paqij dikin. Bi hatina demsala  havînê û zêdebûna germahiya hewayê, dibe sedem ku nexweşî zêde bibin. Ji bo ku em vê demê qezenc bikin, me biryar da ku em derdora xwe paqij bikin. Jixwe niha vîrûseke xeter jî  heye, em dixwazin ku mirovên me durî vê nexweşiyê binin û bi hev re parastina xwe bikin.” 
 
‘Divê çanda alîkariyê bi şaredariyê re di nava gel de bê rûniştandin’
 
Hevseroka Meclîsa Giştî ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Velantîna Ebdo bal kişand li ser girîngiya paqijkirina derdorê û wiha got: “Weke em dizanin hemû mirovahî ji bo Vîrûsa Koronayê ketine nava tevgerê  û  li hember vê vîrûsê şer dikin. Ev nexweşî  bû  sedema ku bi hezaran mirov li tevahî cîhanê jiyana xwe ji dest bidin.  Em jî weke Meclîs û Şerdarî ji bo parastina tenduristiya jiyana gelê xwe, me dest bi tedbîrên girîng kirin. Divê em hîn zêdetir tedibîrên xwe li hember vê vîrûsê bigirin, ji bo wê me dest bi hemleya paqijkirina malên vala kirin û taxên xwe paqij kirin. Ji ber şerê ku li herêmê hatibû kirin hîn hindek qirêjiya şeran  di tax û malan de mabûn û xerabûneke mezin jî heye, me pêwistî dît ku em van hemûyn paqij bikin.  Ev hemleya ne ya yekemîn e, beriya demekê jî bi vî awayî me hemleyên xwe yên paqijkirina taxan dest pê kiribû. Di heman demê de jî em  dixwazin di nava gel de weke çandeke alîkariyê bi şeredariyê re bidin rûniştandin.” 
 
‘Em ê bi hev re taxên xwe ji nexweşiyan biparêzin’
 
Jina bi navê Leyla Oso ya ji şêniyên taxê ye nêrîna xwe ya li ser hemleya paqijiyê ya ku meclîsa û komînan dest pê kiriye wiha ji me re parve kir: “Ev hemeleya ku Meclîsa Gel a  taxa Şêx Meqsûd pê rabûye di vê pêvajoya hesas de gelek girîng e. Ji bo ku em xwe bêtir ji nexweşiyan biparêzin, em weke gel  bi wan re bûn alîkar. Me bi hev re  taxên xwe paqij kirin û xweşik kir. Divê  her mirovek ji xwe dest pê bike û jiyana xwe biparêze. Heta ji destên me tê em ê bi şeredariyên xwe re bibin alîkar, da ku em jiyaneke tenduristiya wê baş bijîn.”