'Bi salan e em kurd li ser axa xwe koçber dijîn'

  • 09:03 8 Gulan 2020
  • Rojane
Dîcle Demhat
 
KOBANÊ - Niştecihên Gundê Mihaciran ku bi eslê xwe ji bajarê Wanê ne, beriya sed salan ji ber zilma û komkijiyên Osmaniyan neçar mane berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê. Yek ji wan dayikan a bi navê Şemsê Elî axivî û  wiha got: "Çend qirkirin derbas bûn hîna jî pilanên qirkirina Osmaniyan ya li ser Gelê Kurd didome."
 
Dewleta tirk ango neviyên Osmaniyan di dirêjahiya dîrokê de li hember Gelê Kurd siyaseta qirkirin, koçberî, komkujî, dagirkirin û qetilkirinê bi kar aniye. Heta roja me ya îro jî Gelê Kurd bi van kiryaran re rû bi rû ne. Gelê Bakurê Kurdistanê ku her tim rastî zextên dewleta tirk hatine, ji bo ku jiyana xwe biparêzin neçarî penaberiya ji axa xwe mane. Gelê ku ji Bakurê Kurdistanê koçber bûne berê xwe dane Kobanê (Deşta Sirucê) û ji xwe re weke war ava kirin. Ji lewra jî piraniya gundên Kobanê yên li rex sînor gelê wê bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ne û li bakur jî heman gund hene.
 
Ajansa me serdana gundê Mihaciran yê ku li Rojavayî Kobanê ye û şêniyên wê beriya sed salan ji gundên xwe yên eslî ji ber kiryarên dewleta tirk penaber bûne kir. Şêniyên gund ji eşîra Şemsolî ne ku ji gundên Qerexanê, Qerehîsar û Kepirê yên girêdayî bajarê Wanê ne. Ji ber zilma Osmaniyan berê xwe dane bajarê Kobanê. Yek ji wan dayika bi navê Şemsê Elî ya 80 salî ye. Dayika Şemsê têkîldarî koçberî û zilma Osmaniyan nêrîna xwe parve kir. 
 
‘Piştî qirkirina Ermeniyan Osmaniyan dest bi qirkirina Kurdan kirin’
 
Di derbarê gund û koçberiyê de dayika Şemsê wiha axivî: "Beriya sed salan Osmaniyan li bajarê Wanê û gelek deverên Kurdistan û Tirkîyeyê gelê Ermenî di komkujiyan re derbas kirin. Piştî komkujiyên Ermeniyan vê carê jî Osmaniyan dest bi komkujî, koçberî û qetilkirina Gelê Kurd kirin. Dema ku komkujiyên li ser Gelê Kurd hate destpêkirin, neçarî koçberiya li ser axa welatê xwe bûn. Gelê Kurd nedizanî bi ku ve biçin û çawa jiyana xwe bidomînin. Herî dawî me berê xwe da Kobanê û me li gelek gundan weke Qereqo, Toqler, Sêv Elî û li Pêndir dest bi jiyanê kir. Piştî ku em li vê herêmê bi cih bûn, niştecihên vê herêmê ji navê gundê me kirin Mihaciran. Yanî gundê penaberan."
 
‘Xezûrê min bi sitranên xwe bedewiya bajarê Wanê vedigot'
 
Şemseyê hinek kêliyên jiyana xwe wiha anîn ziman: "Dema ku xezûrê min hîna sax bû her tim ji me re behsa bedewiya bajarê Wanê dikir. Ewqasî bi rengekî xweş qal dikir û diaxivî mirov digot qey behsa bihûştê dike. Ji ber bedewiya Wanê wî tenê bi gotinan nedikarî pênaseya bajarê xwe bike. Ji bo hîn baştir bikaribe wê bedewiyê bîne ziman, lewra jî bi dengekî zelal û şêrîn bê navber stran li ser Wanê digot. Heta ku mir jî hesreta wî her tim vegera li welêt bû, lê hevjîna wî ango xwesiya min nedixwest carek din koçberî û jiyanek nû bide destpêkirin ji ber wê digot em venegerin Wanê. Herdu jî li Kobanê çûn ser dilovaniya xwe û xeyalên dîtina Wanê bi wan re çû goristanê."
 
'Bi salan e em kurd li ser axa xwe koçber dijîn'
 
Şemseyê da zanîn ku di her demekê de dewleta tirk Kurdan neçarî penaberiyê dike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Gelê Kurd bi sedsalan e ku penaberiyê dijîn, di her demekê de dewleta tirk me neçarî koçberiyê dike. Dema em hatin van deran me got em ê ji zilma Osmaniyan rizgar bibin. Lê piştî wê jî zilma rejîma BAAS'ê dest pê kir. Piştre jî ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê em neçar man careke din ji warê xwe koçber bibin û berê xwe bidin Bakurê Kurdistanê. Piştî rizgarbûna Kobanê em yekser vegeriyan gundê xwe. Em êdî ji penaberiya li ser axa welatê xwe westiyane.  Ez her tim bi dîtina bedewiya bajarê Wanê dijîm. Bi hêviya ku gelê me yê koçber ku li deverên cuda ne hesrtera dîtina bajarên wan bi dawî bibe. Ez bi wê hêviyê me ku di demek kurt de gelê bajarê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî vegerin ser warên xwe û koçberiya li ser axa xwe xilas bibin. Di van kêliyan de û di meha pîroz ya remezanê de dewleta tirk bê navber êrîşî ser herêmên me dike û hewil dide ku gelê herêmê koçber bike û tune bike."