ROJEVA 8 ’Ê GULANA 2020’AN

  • 09:00 8 Gulan 2020
  • Rojev
*Hevseroka Meclîsa Rêveber a Meclîsa Herêma Efrînê Şîraz Hemo, derbarê rewşa geşedanên li herêmê  û banga yekîtiya Gelê Kurd nirxand kir. Şîrazê wiha got: "Hêza kurdan di yekîtiya wan de ye. Bi rêya yekîtiyê wê pilanên dagirkeran bên hilweşandin û hebûna kurd mayinde bibe." DÎMEN HEYE
 
Niştecihên Gundê Mihaciran ku bi eslê xwe ji bajarê Wanê ne, beriya sed salan ji ber zilma û komkijiyên Osmaniyan neçar mane berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê. Yek ji wan dayikan a bi navê Şemsê Elî axivî û  wiha got: "Çend qirkirin derbas bûn hîna jî pilanên qirkirina Osmaniyan ya li ser Gelê Kurd didome." DÎMEN HEYE
 
* Hevseroka Encûmana Zagonsaz a Herêma Firatê Fewzê Ebdî, derbarê  êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên wan ên di meha Remezanê de nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Tevî ku em niha di meheke pîroz de ne dewleta tirk êrîşên xwe ser herêmên me didomînê û kiryarên xerab ser gelê me dide meşandin.” DÎMEN HEYE
 
* Meclîsa Taxa Şêx Meqsûd  bi alîkariya komînên  taxê dest bi paqijkirina malên ku ji xwediyê xwe vala ne kirin. Jinên ku tevlî hemleya paqijkirinê bûne  wiha gotin: “Armanca me ji paqijkirina van malan ew e ku em parastina taxa xwe  ji nexweşiyan  bikin. Em ê bi hev re taxên xwe ji naxweşiyan biparêzin.” DÎMEN HEYE
 
*Aborînas Yasemîn Kiliç derbarê qeyrana aborî de gotinek ya pêşiyan a ‘Ga filitî, ne îşê mozê ye’ bi bîr xist û rewşa heyî ya Tirkiyeyê wiha şîrove kir: “ Sedema mezinbûna qeyrana aborî hikûmet e. Ev qeyran beriya şewba vîrûsê ji hebû, Ango ga filitî bû, ev ne îşê vîros ye. Hikumet ne ku nikare pêvajoyê bi rêve bibe, dikare lê qeyranê tercih dike. Hikûmetê ji bo xwe ev pêvajo kiriye fersend û li gorî berjewendiyên xwe bi rêve dibe.” DÎMEN HEYE
 
*DBÇHM'ê herî dawî rapora xwe ya derbarê binpêkirina mafên zarokan a 5  aşkera kir. Cîgira Serokê  Baroya Amedê parêzer Gazal Bayram Koluman ku derbarê raporê de nirxandin kir diyar kir ku   tenê di pêvajoya karantinayê de 50 zarok li Amedê bi êrîşa zayendî re rûbirû hatine. Ji ber wê daneyên di raporê de kêm dimînin.
 
*Li Cizîrê, sûrên dîrokî yên xwedî dîrokeke 6 hezar sal ji ber neparastinê li ber hilweşînê ne. Her wiha ber sûran jî veguhertine sergoyê.
 
* Endama DÎK’ê Hatîce Kavran û Hevseroka Anyakay-der Sultan Karasu bertek nîşanê êrîşên li hember gorên PKK’iyan dan. Sultanê da zanîn ku divê civak bertekên xwe zêde bike û got wê ew jî vê mijarê bibin platformên berfireh û qada navneteweyî. DÎMEN HEYE
 
 
*Jinên TJA’yê der barê xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ya li Dêrsîmê ji 5’ê çile de winda ye, bertek nîşan dan û gotin: “Tevî evqas derfetên dewletê hene, hîna Gulîstan nehatiye dîtin. Bila Gulîstan Doku demildest bê dîtin.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden diyar kir ku pakêta normalbûnê ya bi fikarên aborî hatiye aşkerakirin, wan dike fikaran û got: “Gotinên ‘vîrus ket bin kontorlê’ dibe sedema rehetiyek mezin. Yanî daketina rêjeyê nayê wateya ku vîrus xistine bin kontrolê.” DÎMEN HEYE
 
*- Esmer Kumlî li dijî jiyana bajar li baxçeyê xwe jiyaneke bi xwezayê re girêdayê ava kir û debara xwe jî bi vî awayî dike. Esmerê got sedema vîrusa korona jî bikarhêneriye û got kulmek axa we jî hebe hilberîna xwe, hun bikin.
 
*Ekolojîst Pelîn Cengîz diyar kir ku vîrusa korona têkiliya wê bi krîza avhewayê re heye û got: “Divê hemû modelên bikarhênerî û hilberînê bi vê vîrûsê re ji nû ve bi teşe bibin û divê stratejiyên veguhsetinê derxînin holê. Hêviya me ev e ku li dijî xwezayê hestiyariyek pêş bikeve. Divê li dijî vîrûsê tedbîr bên girtin.” DÎMEN HEYE