'Her motîfek taybetiya wê her rengek zimanê wê heye'

  • 09:08 7 Gulan 2020
  • Rojane
ÊLIH - Încî Erpolat ku morîkên nezerê çêdike wiha dibêje: “Li gorî min divê dîrok û ew atmosfer di objeyekê de bê cem hev û li dîwarên malên me cihên xwe bigirin. Her motîfek taybetiya wê her rengek zimanê wê heye.”
 
Încî Erpolat ya 50 salî morîkên nezerê çêdike û wateya wê ya ji bo xwe û bêrîkirina paşerojê vegot. Încî ya ji Kercewsa Êlihê ye, dayika du zarokane got: “Dayika min 74 salî ye û jineke gelek jîr e. Dayika min ji bo zarokên xwe bide xwendin her tiş kir. Min heta zanîngehê xwend. Ji bilî min xwişk û birayên min hemûyan xwend. Tevî hemû israran min nexwend.”
 
‘Ez beramberê keda xwe, di kêfxweşiya xwe de dibînim’
 
Înciyê diyar kir ku morîka nezarê ya ewil di Mijdara 2019’and e çêkiriye û got: “Ez ji huner û zanatê hez dikim.Beriya vê jî min nexş û dirûn, boyaxkirina kumaşan, wêne û gelek tiştên din çêdikir. Lê min berdewam nekir. Tiştên ji paşerojê bala min dikşînin. Morîka nezerê objeyeke bi hezaran salî çanda bi hezara salî temsîl dike. Sedema hezkirina min jî ev bû.”
 
‘Seansa terapiyê’
 
Înciyê destnîşan kir ku morîkên nezerê yên çêdike wek seanseke terapiyê ye ji bo wê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Kercewsê li her malê morîkên nezerê hebûn. Dema biçûk bûm min digot belkî nok in. Min dişibandin nokên şîn. Alavên bi kar tînim jî berhemên kevn yên li malê ne. Ji bo min dîrok û atmosfera wê demê di wê objeyê de cih girtin û her wiha li dîwarên malên me cihê xwe girtin gelek bi nirx e. Em piranî berhemên kevn yên li malê davêjin. Ji ber vê jî ez zehmetiyan dikşînim. Berhemên li derve tên firotinê jî hene. Min berhemên kevn yên xizm, malbatê hemû girtin. Ecibandina morîkên nezerê min gelek kêfxweş dike. Ez enerjiyek pozîtîf digirim.”