Koma Rîtmê ya Sûrê ji bo piştgiriya jinan stran berz kirin

  • 09:05 7 Gulan 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Koma Rîtmê ya Surê bi awayek kolektîf klîba nû ya bi navê  ‘Jin Azad be’ çêkir.  Endama komê Nazê Duman girêdayî vê xebatê da zanîn ku di pêvajoya karantînayê de jin  bêhtir bi êrîşan re rûbirû man û ji ber  wê wan wan jî xwestine bi berzkirina strana ‘Jin azad be’ re hêzê bidin jinan.
 
Ji bo pêşîgirtina şewba Korono (COVİD-19) hemû xebatên çandê hatin rawestandin. Li rexmê astengiyên şewbê xebatkarên çand û hunerê ji malê karê xwe dan berdewamkirin. Mala Çandê ya Dîjle jî li ser qada dîjîtal xwe digihînin xwedevanan û bi awayekî kolektîf ji bo civakê projeyên nû pêşdixin. Di heman çarçoveyê de Koma Rîtmê ya Surê jî bi awayekî kolektîf klîbeke nû ya bi navê “Jin Azad be” çêkir. Koma Rîtmê ev strana xwe ji bo pişgiriya jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin gotiye.
 
Derbarê klîba nu a “Jin Azad be” endamên koma Rîtmê ya Surê Nazê Duman û Asli Erdem nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kirin.
 
‘Em bi heman lezê xebata xwe didomînin’
 
Nazê Duman di destpêkê de bal kişand ser îzalasyona civakî a ku bandoreke mezin li ser xebatên çandê kiriye û wiha got: “Şewba vîrûsê bandoreke mezin li ser xebatên me û bi taybet ji li ser perwerdeya me ya li komeleyê kir. Lê  li gel ku em li ser qada dîjîtal perwerdeya xwe didin berdewamkirin jî wekî perwerdeya rûbirû bandorê nake. Lê dîsa jî em xwendevanên xwe tene nahêlin. Gelek xebatên me yên ji ber vîrusê nîvco man jî hene. Bi taybet ji di pêvajoya biharê de gelek çalekiyên weke newrozê ango 1’ê Gulanê ji hatin betalkirin ku li ser wan ji xebatên me hebûn. Lê em çiqas di warê fîzîkî de ji hev dûr jî bin, em bi haman lezê xebatên xwe berdewam dikin. Projeyên me yên nû ku em pêşve dixin jî hene. Ji bo ku em di vê pêvajoyê de li gel civaka xwe bin me xebat dan meşandin.”
 
‘Jin azad be’ diyariya me ya ji bo jinan e’
 
Nazê bal kişand ser xebatên xwe yên muzîkê jî û wiha got: “Kesên ku herî zêde ji vê pêvajoyê bi bandor bûn jin. Em li ser, medyaya civakî dibin şahit ku jin di van rojan de zêdetir bi tundiyê re rûbirû dimînin. Ji bo piştgiriya  jinan û hêzdayîna wan, me bi hevalên xwe re bi awayek kolektîf xebatên muzîkê dan meşandin. Bi sernavê “Jin Azad be” û bi pêşenktiya erebaneyê re me stran berz got. Em ev sitrana xwe jî diyarî jinan kir. Huner di demên wisa de hêvî û moral e û me ji xwest di vî de bandorekê bikin.”
 
Nazê di dawiya axaftina xwe de ji bal kişand ser xebatên komunal ên hunermendên kurd û got ku huner tiştek civakî û kolektif e. Nazê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi taybet di rojên wisa de xebatên bi vî rengî gelek girîngin. Hatina gel hev ya hunermendan nîşaneya bihevrebûn û hêviyiê ye.”
 
‘Me bi hunera xwe xwest xwe bigihînin gel’
 
Asliyê jî bal kişand ser koma Rîtmê ya Surê û wiha got: “Em weke koma jinên Surê li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi taybet li ser erbanê dixebitîn. Ji ber ku erbane di xwezaya xwe de hinek dişibe jinê û ji bo me jî enstrumanek pîroz e. Ji ber vê sedemê di van rojên vîrûsa koronoyê de me ji bo piştgiriya jinan bi taybet bi pêşenktiya erebaneyê stran got. Me bi hunera xwe xwest xwe bigihînin gel. Ji xwe ger ku huner xizmetê ji gel re bike bi wate ye. Di rojên wiha awarte de ku herî zêde jin jê bi bandor dibin ji piştgirî erka me ye. Ez hêvîdar im ku di rojên xweş de em xebatên hîn serkeftîtir pêşkêş bikin.”