'Armanca dewleta tirk tunekirina hebûn û dîroka Gelê Kurd e'

  • 09:03 7 Gulan 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Dayikên Kobanê teqez kirin ku tu cudayî di navbera pêkhateyên herêmê de tune ye û gotin: "Dewletên ku îda dikin ji bo parastina herêmên me li vir in, van dewletan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi dewleta tirk re Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê firotin. Pêwistiya me bi tu kesî tune ye me biparêzin. Em amade ne parastina xwe bikin.”
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê kantona Efrînê kir bin kontrola xwe, bi hezaran welatî koçber kirin, mal û milkên wan talan û wêran kirin. Kesên ku di Efrînê de mane jî bi kiryarên revandin, komkujî, kuştin û tecewizê  re rû bi rû, dimînin. Her wiha di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî kantona Girê Spî û Serêkaniyê kirin, kiryar û binpêkirinên ku li Efrînê dida meşandin, li Girê Spî û Serêkaniyê jî tên domandin. Heya roja îro jî  dewleta tirk êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê dike û armanc dike ku herêmê têxe bin kontrola xwe. Di 28'ê Adarê de dewleta tirk bi balafirên keşfê êrîşî navenda Asayîşa herêma Firatê jî kir, bi van kiryaran dixwaze gelê herêmê di nav tirsê de bide jiyîn. Têkildarî mijarê dayikên Kobanê bertekên xwe li hember êrîşên tirkiyeyê anîn ziman û ji me re parve kirin.
 
'Armanca dewleta tirk tunekirina hebûn û dîroka Gelê Kurd e'
 
Dayika Xedîce Derwêş diyar kir ku binpêkirinên dewleta tirk ên li dijî gelê Sûriyeyê,  siyaseta wê ya dijmirovî dide der û wiha pê de çû: "Armanca dewleta tirk tunekirina hebûn û dîroka Gelê Kurd e. Kantona Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir û çeteyên xwe di nava van herêman de belav kirin, ta ku tevlîheviyê di nava welatiyan derbixe. Çeteyên girêdayî dewleta tirk kiryarên wek kuştin, revandin û talankirinê derheqê sivîlan de, pêk tînin. Ji ber êrîş û kiryarên wan bi hezaran welatiyên van deveran koçber bûn. Felsefeya Rêber Apo ji bo me bûye sembol, Gelê kurd bi saya fikir û Felsefeya Rêber Apo hişyar bûn û doza mafê xwe dikin. Kurd, zextên navneteweyî yên ku dixwazin dîrok û azadiya wan binpê bikin, qebûl nakin û tu carî li hember zilmê bêdeng namînin. Dewletên îda dikin ku ji bo parastina herêmên me li vir in, van dewletan ji bo pêkanîna berjiwendiyên xwe bi dewleta tirk re Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê firotin. Hewce nake tu kes me biparêzê, heta roja îro tiştek ji me re nekirine û em amade ne parastina xwe bikin. Ger dijmin êrîşî me bike em bêdeng namîn, ji ciwanan heta dapîran em ê li ber xwe bidin.  Heta dawiya dilopa xwîna di laşê me de em ê parastina ax û rûmeta xwe bikin."
 
'Xwîna zarokên pêkhateyên van herêman tevlîhev bûye'
 
Dayika Xedîce diyar kir ku dewleta tirk hejmara kuştiyên komên girêdayî  xwe yên ku di şer de tên kuştin aşkere nake û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk cenazeyên çeteyên xwe vedişêre û her tim hewl dide di şer de xwe bi hêz bide diyarkirin. Em jî şehîdan didin lê em wek dewleta tirk venaşêrin û bi pakrewanên xwe ser bilind in. Tu ferq û cûdahî di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tune ye, xwîna zarokên me tevlîhev bûye û zarokên me axa me rizgar kirin. Çawa ku me Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir wê Efrîn, Serêkanî û Girê Spî jî bên rizgarkirin."
 
'Ev ax a me ye, em gelên wê ne û tiştekî dijmin li vir tune ye'
 
Her wiha dayika bi navê Rebîa Ehmed destnîşan kir ku deweta tirk herêmên wan ên bi ewle dike armanc û wiha domand: "Çeteyên DAIŞ'ê di 2014'an de êrîşî axa me kirin, li hemberî wan zarokên me parastina me û axa me kirin. Vê carê jî em nahêlin ku dijmin axa me dagir bike û kiryarên xwe yên dijmirovî li ser me bide meşandin. Em hemû amade ne piştgiriyê bidin zarokên xwe û parastina xwe bikin. Dewleta tirk di 28'ê Adarê de bi balsfirên keşfê êrîşî navenda Asayîşa li Herêma Firatê kir, armanc ji vê êrîşê ew e ku tirs û tevlîheviyê di nava gel de derbixe. Lê bi berxwedan û yekîtiya pêkhateyên herêmê em ê xewn û hêza dewleta tirk têk bibin. Ev ax a me ye, em gelên wê ne û tiştekî dijmin li vir tune ye."
 
'Dewletên wek Rûsya û Emerika berjewendiyên xwe yên bi Erdogan re diparêzin'
 
Di dawiyê de dayika bi navê Naylê Şêxo bi bîr xist ku şêniyên Kobanê berî niha carekê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê  koçberî, zilm û zor dîtin û got: "Armanca dewleta tirk dagirkirina herêmên ku ji aliyê QSD'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin e. Dewleta tirk  hewl dide li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nû ve çeteyan zîndî bike. Bi rêya siyaseta xwe ya qirêj dixwaze tevlîheviyê di navbera pêkhateyan de derbixe. Pêkhateyên van herêman êdî armanc û kiryarên dewleta tirk dizanin û amade ne parastina welatê xwe bikin. Dewletên ku qaşo wê li hemberî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wan parastina me bikin bi berpirsyartiya xwe ya ji bo parastina Kobanê ranebûn û pêşî li êrîşên dewleta tirk vekirine. Dewletên wek Rûsya û Emerika berjewendiyên xwe yên bi Erdogan re diparêzin, alîkariya wî dikin da ku binpêkirin û êrîşên xwe berdewam bike."