'Em ê bi hev re vê pêvajoya xeter derbas bikin'

  • 09:02 7 Gulan 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Endamên Meclîsa Tenduristiyê ya Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê, dan zanîn ku ew ê weke meclîsa tenduristiyê bi hemû derfetên ku di destên wan de heye wê jiyana gelê xwe biparêzin û gotin: "Pêwîst e gelê me li gor biryarên Rêveberiya Xweser tev bigerin, mala xwe paqij bikin, ji mala xwe dernekevin, rûpoş û lepik li derve bi kar bînin." 
 
Vîrûsa Koronayê li hemû welatên cîhanê bi awayekî lez belav bû.  Bi milyonan mirov li welatên cur be cur ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Heta roja me ya îro tu derman jê re nehatiye dîtin, lê tenê mirov dikare parastina xwe bi rêya paqijiyê, jê bigire. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve gelek tedbîr ji bo Vîrûsa Koronayê, hatin girtin. Li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên girêdayî Helebê li dijî Vîrûsa Koronayê gelek tedbîr hatin girtin. Endamên Meclîsa Tenduristiyê ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê têkîldarî tedbîrên ku girtine nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 
'Hemî derfetên xwe em ê têxin xizmeta gelê xwe'
 
Endama Meclîsa Tenduristiyê ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, Xêriyê Hebeş bal kişand ser tedbîrên ku girtine û wiha domand: "Vîrûsa Korona weke ku tê zanîn niha li tevahî cîhanê bûye belaya herî mezin. Rojane bi sedan kes bi vîrûsê jiyana xwe ji dest didin. Piştî qedexeya derketina derve ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kete piratîkê, gelê me li gor biryarên Rêveberiya Xweser di malên xwe de ne û parastina xwe dikin. Me jî weke Meclîsa Tenduristiyê ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê gelek tedbîr ji bo Vîrûsa Koronayê girt. Di nav van tedbîran de me kombûnên bi girseyî qedexe kir, her wiha di nava taxan de komîteya kontrolê hat avakirin.  Ev komîte li hemû dikanfiroşan digerin û gel hişyar dikin. Her wiha li ser bendên kontrolê me endamên xwe bi cih kirine û kesên ku dikevin taxê germahiya laşê wan kontrol dikin. Hêviya me ji gelê me heye ku li gor biryarên Rêveberiya Xweser tev bigerin û xwe ji Vîrûsa Koronayê biparêzin. Em ê hemû derfetên xwe têxin xizmeta gelê xwe."
 
'Li taxan cihên karantinayê hatin avakirin'
 
Endama Meclîsa Tenduristiyê Nicûd Mihemed bal kişand ser xebatên xwe yên ji derve tevî rewşa heyî ya karantîna û wiha domand: "Dema qedexekirina di nava taxê de hat ragihandin em heta niha ranewestiyane. Wek beşa tenduristiyê me jî amadekariyên xwe li hember Vîrûsa Koronayê girtine. Me li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê du cihên awarte ya karantinayê ava kiriye. Her wiha 24 saetan ambulans, bijîşjk û hemşîre di nava tevgerê de ne. Kesên  ku ji derveyî taxê were yan di deverên cuda  de derbasî taxê bibin yekser 14 roj derbasî karantînayê dibin. Banga me ew e ku gelê me yên ji deverên din tên taxê, pêwîst e baldar bin û yekser agahî bidin me. Ji ber karê ku em dikin ji bo jiyana mirovan e. Divê herkes baldar, zane û hişyar be ji ber ev vîrûs gelek xeter e."
 
'Em ê bi hev re vê pêvajoyê derbas bikin'
 
Rêveberiya Meclîsa Tenduristiyê ya taxa Şêx Meqsûd Leyla Hesen bang li gel kir ku li gor biryarên Rêveberiya Xweser tev bigerin û wiha got: "Divê em gelek hesas nêzî vê pêvajoyê bibin,  ji ber ev vîrûs jiyana tevahî mirovan xistiye nava tehlûkeyê de. Pêwist e gelê me li gor biryarên Rêveberiya Xweser tev bigerin, mala xwe paqij bikin, ji mala xwe dernekevin, rûpoş û lepik bi kar bînin. Em weke meclisa tenduristiyê bi hemû derfetên heyî jiyana gelê xwe diparêzin."