Dema lêpirsîna ji peywirê dûr xistina hevşaredaran hat dirêjkirin

  • 08:33 7 Gulan 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Hevşaredarê Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig û Hevşaredara Şaredariya Hezexê Songul Erden û endamê Meclîsa Giştî ya navenda Şirnexê Alî Akdenîz piştî qeyûm hatibûn tayinkirin ji kar hatibûn dûrxistin û walîtiya Şirnexê, dema ji peywirê dûr xistinê dirêjkir.
 
Bi biryara Wezîrê Karê Hûndir ve di 29’ê Cotmeh a 2019’an de qeyûm tayînê Şaredariya Cizîra Şirnexê hatibû kirin û qeymaqemê navçeyê Davut Sînanoglu hatibû şûnê. Her wiha dîsa di 13’yê Mijdar a 2019’an de jî qeyûm tayînê Şaredariya navçeya Hezexê hatibû kirin û qeymaqemê navçeyê Zafer Sag wek qeyûm hatibû tayînkirin. Hevşaredarê Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig û Hevşaredara Şaredariya Hezexê jî ji peywirê hatibûn dûrxistin. 
 
Derbarê Hevşaredar Songul Erden, Mehmet Zirig û endamê Meclîsa Giştî ya navenda Şirnexê Alî Akdenîz de dosyeya lêpirsînê ku hatibû vekirin ji pêywirê hatibûn dûrxistin, ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve dema wan a ji peywirê dûr xistin hat dirêjkirin.