'Ev zagon ji bo me di hukmê tunebûnê de ye'

  • 13:35 6 Gulan 2020
  • Rojane
 
 
AMED - Xizmên girtiyan di daxuyaniya derbarê zagona înfazê ya bi pêşengiya TJA'yê hat dayin de gotin:"Zagona ku girtiyên siyasî li derveyî xwe dihêle eleqeya wê ne ji nêz ne jî ji dûr ve bi edaletê heye. Ev zagon ji bo me di hukmê tunebûnê de ye."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê zagona înfazê ya bi dengên AKP MHP'ê hat qebûlkirin û girtiyên siyasî li derveyî xwe hişt li ber Rêxistina Navçeyê ya Peyasê daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun, Hevseroka DBP'ê Seval Gulmez, Cîgira Hevserokatiya ESP'ê Beycan Taşkiran, aktivîstên TJA'yê û xizmên girtiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan ji ber hinceta 'Qedexeya daxuyaniyê ya li qada vekirî' nehiştin daxuyanî li ber avahiya HDP'ê bê dayin. Loma jinan li ber deriyê baxçeyê avahiyê daxuyanî dan.  
 
'Encama şewbê ew ê komkujiyê pêk bîne'
 
Dayika girtiyan Aysel Ateş a li ser navê xizmên girtiyan axivî wiha got:"Hejmara girtiyên li girtîgehan ên ku testa wan a Vîrusa Koronayê pozîtîf derdikevin zêde dibin. Loma girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane." 
 
'Ev zagon ji bo me di hukmê tunebûnê de ye'
 
Ayselê wiha dewam kir:"Em ji ber jiyana zarokên xwe yên ku di nava şerdên zor û cihê nepaqiş dimînin bi fikar in. Zarokên me ji ber fikrên xwe di girtîgehê de ne. Li girtîgehan jiyana zarokên me di bin talûkeyê de ye. Ev du mehên remezanê ne em her li kuçeyan e. Qaşo ev dewleta îslamê ye. Em wekî dayik nikarin li mala xwe rûnên. Zagona ku girtiyên siyasî li derveyî xwe dihêle eleqeya wê ne ji nêz ne jî ji dûr ve bi edaletê heye. Ev zagon ji bo me di hukmê tunebûnê de ye. Piştî gireva birçîbûnê  zarokên me lawaz ketin loma li hember şewbê ew ê nikaribin îdare bikin. Encama şewbê ew ê komkujiyê pêk bîne."
 
Jinan bi dirûşma "Em ê bi serîhildanê bi ser bikevin" dawî li daxuyaniyê anîn.