Ji bo Denîz, Huseyîn û Yusuf li Mexmûrê daxuyanî hat dayîn

  • 13:02 6 Gulan 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê bi minasebeta salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Hûseyîn Înan daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: "Ên Denîz Gezmîş Huseyîn Înan û Yusuf Aslan şandin sêdarê û yên ku îro dibin sedema derketina bûyeran jî heman hêz in."
 
Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li ber deriyê dibistana Şehîd Mihemed Kurd bi minasebeta salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Hûseyîn Înan daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen ve hat xwendin.
 
Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye: "Aşkereye ku hêzên sermayedar û netew-dewlet li herêmê ji ber ku çavkaniya sereke ya tevayî pirsgirêka nin. Heta îro hemû destwerdan û projeyên van hêzên mijara gotin ji qirkirin, komplo û tecrîd kirinê zêdetir tiştek nîne. Li Rojhilata Navîn û cîhanê her destwerdanên bi destên hêzên emperyalîst û hêzên faşîst hatin kirin. Ji ber encamên afirandî mirov û xweza nikare hebûna xwe bidomîne.
 
Talan û kuştin didomin
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin bigire, êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û qadên parastina Medya, terora dewletê ya li dijî goristanê pakrewanan, heta yê ku bêje em mirovin, azadî, aştî û biratiya gelan dixwazin talan û kuştin berdewamin. Di vê dema dawî de rewşa welatê me di metirsiyê de ye, êrîşên dewleta Tirk bênavber li ser axa Kurdistanê berdewamin li Rojava û Başûrê Kurdistanê Kurd têne kuştin, sînor û axa Kurdistanê tê dagirkirin bêyî ku dewleta Tirk a dagirker hesabê ti Kurdekî bike.
 
Denîz, Huseyîn û Yusuf... 
 
Em baş dizanin ku helwesta şoreşgerên Tirkiyeyê îlhamekê mezin daye Rêber Apo û tevgera azadiya Kurdistanê. Bi vê mabestê Rêber Apo, PKK û Şehîdên hêviyên Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan pêktînin. Bi vê armancê di 6'ê Gulana 1996'an de li hemberî Rêber Apo bi awayê komployê êrîşek bombeyî pêkanîn. Ji bo vala derxistina vê komployê Zîlan bi çalakiyek bû bersiv. Eşkereye ku yên ev komplo pêkanîn yên ku Denîz Gezmîş Huseyîn Înan û Yusuf Aslan şandin sêdarê hemen hêzbûn. Bûyerên di roja me de diqewimin bi heman awayî ne. 
 
Alîgirên xwe serbest berdan
 
Bi mabesta koronayê li meclîsa Tirk bîryara berdana hemu alîgirên AKP û MHP, çete, diz, tecawizkar û kujeran da. Lê girtiyên azadiyê û girtiyên nexweş bi salane di bin hemû şert û mercên nexweş yên li girtîgehê li ber xwe didin. Lewra divê em baş bizanin ku faşîzma AKP û MHP'ê kurd kujiyek bi her şêwayî dane pêşiya xwe. 
 
Hemû rêbazên qirêj bikar anîn...
 
Ji bo destkeftiyên Kurdan têk bibin hemû rê û rêbazên qirej bikar tînîn. Bi destê PDK ê dagirkirina herêmên parastinê û bi taybeti ji birina heze ji bo Zinî Wertê ya heza peşmergeyan dubare pêxistina agirê şer yê di navbera hezen Kurdistanî de ye. Li şûna derxistina baregehên Turkiye ji Başurê Kurdistanê bi gotinen Bila PKK Başûrê Kurdistanê vale bike  raste rast di be amûre destê hêzên dagirkerên welatê me.
 
Nikarin vîna gel têk bibin
 
Em wek Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî di vê qonaxa nû destpêkirî de êrîşên li ser Rêber Apo û girtiyen azadiyê hewildanên destwerdana dagirkirina xaka pîroz ya Başûrê Kurdistanê parçeyek ya siyaseta qirkirina Kurd û Kurdistanê dibinim. Lewra hijedperestî wek demên dîrokê de bûye di roja me ya îro de ji xizmeta gelê me nake. Xizmeta siyaseta dijminên Kurd dike. Em vê bi tu şêwayî na pejirinin. Her wiha divê dewleta Tirk a fasişt û hevkaren we baş bizanin ku bi van êrîşan nikarin hez û vina Gele Kurd têk bibin."