Jinan bertek nîşanî biryara tehliyeya kujerê Ayşe Karaman dan

  • 12:58 6 Gulan 2020
  • Rojane
ANKARA - Dozgeriyê bertek nîşanî tehliyeya kujerê Ayşe Karan, Ozgur Tarhan da. 
 
Ozgur Tarhan teknîkera anestezi Ayşe Karaman kuştibû. Ozgur ji sûcê “kuştina bi zanebûn” cezayê girankirî yê muebetê lê hatibû birîn. Ozgur Tarhan di danişîna 4’ê gulanê de hat lidarixistin hatibû berdan. Bertekên li dijî berdana Ozgur didomin. Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin û Meclîsa Jinan a Enqereyê bertek nîşanî biryara berdanê dan. Endama Meclîsa Jinan Mizgîn Sunbul bi bîr xist ku rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo berdanê wek hêncet nîşan dane û got: “Tehliyeya ji ber raporê nayê qebûlkirin. Ji bo parastina mafê jiyanê yên jinan tu polîtîkayek nayê hilberandin. Berdana Ozgur Tarhan durûtiya darazê nîşan dide.”
 
Mizgîn da zanîn ku ji bo Ozgur Tarhan dîsa were girtin û rastî derkeve holê dê têbikoşin û got: “Têkoşîna me wê dewam bike. Belê dibe ku em di vê pêvajoya pandemiyê de neyên gel hev, lê dîsa em jin xwe digihînin hev. Me navber nedaye têkoşîna xwe. Her roj li cihek cuda em mafên jiyanê yên jinan diparêzin û tînin ziman. Helbet wê ev roj bidawî bibin û em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafê jinan û zarokan li meydanan dewam bikin.”