Dadgeha Bilind cezayê Selma Irmak qebûl kir

  • 12:45 6 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Dadgeha Bilind, cezayê Parlamentera HDP'ê Selma Irmak ê 7 sal û 6 meh ê  ji ber îdiaya "Propagandaya Rêxistinê","Endamtiya Rêxistinê" lê hatibû birîn qebûl kir. 
 
Dadgeha Bilind, der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku xwedî statuyeke qanûnî ye, piştî biryara der barê Aysel Tûglûk vê carê careke din biryarek girt. Daîreya 16'an a Dadgeha Bilind 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê ku bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" li Hevseroka KCD'ê ya berê Selma Irmakê hatibû birîn, pesend kir. 
 
Her wiha Dadgeha Bilind di çarçoveya heman dosyeyê de bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê" sal û 8 meh cezayê girtîgehê yê ku li Selmayê hatibû birîn jî pesend kir. 
 
Piştî Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh û bi tawanbariya "propgandaya rêxistinê" 18 meh ceza li Selmayê birîbû û piştî Dadgeha Îstinafê cezayê hatibû birîn pesend kiribû dosye ji Dadgeha Bilind re hatibû şandin. Dadgeha Bilind piştî îtiraza parêzerên Selmayê, Reyhan Yalçindag û Erhan Urkut nirxand, biryara dadgeha herêmî biryareke hiqûqî hesiband û cezayê hatibû birîn pesend kir. 
 
Dadgehê di biryara xwe de parast ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Meclîsa/Parlementoya Kurdistana Bakur e û pêkhateyeke KCK'ê ye û ew KCK'ê heman tiş in. 
 
Piştî vê biryarê wê parêzer serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin û îtiraz bikin. 
 
Dadgeha Bilind cara ewil der barê KCD'ê de ji bo Hevseroka KCD'ê ya berê Aysel Tûglûk biryar girtibû û di 2'yê Kanûna 2019'an de ji ber fealiyetên KCD'ê 10 sal cezayê girtîgehê yê  li Ayselê hatibû birîn pesend kiribû.