Meclîsa Jinan a HDP'ê: Bi revandinê nikarin me bitirsînin

  • 12:02 6 Gulan 2020
  • Rojane
ENQERE - Derbarê revandina endama Meclîsa Partiya HDP'ê Bûşra Kuyun de Meclisa Jinan a HDP’ê daxuyaniyek da û got: "Kesên ku ji têkoşîna wê ditirsin, divê hevala me Bûşra bi tenê nizanibin. Em ê rê nedin van polîtîkayên we.”
 
Endama Meclîsa Partiyê (MP) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bûşra Kûyûn, di 4’ê gulanê de li Wanê kesên ku xwe weke polîs dabûn nasîn hat revandin û piştî çend saetan li ser rêya Wan û Colemêrgê hat berdan. Derbarê mijarê de Meclîsa Jinan a HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniye nivîskî de wiha hat gotin: Desthilata AKP û MHP’ê li şûna têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê, li dijî partiya wan û vîna jinê têdikoşe. Jinên ku tekoşîna jinên dimeşînin, dikin hedef. Hevala me Bûşra ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dane nasîn ve hatiye revandin û gefa derketina ji Wanê li hatiye xwarin. Em zanîn ku ev ne binçavkirina derveyî qanûnan a yekemîn e. Jinên ku li dijî pêkanînê desthilatên berê yên faşîzane, zayendperest, mîlîtarîstd derketine dibin hedefa van gefan.”
 
Revandina Buşrayê girêdayî polîtîkayên dijminane yên AKP û MHP’ê yên li dijî kurd û jinan e. Kesên ku ji têkoşîna wê ditirsin, divê hevala me Bûşra bi tenê nizanibin. Em weke jinên ku serê xwe ji operasyonên qirkirina siyasî, girtin, gef û şantajên nûnerên zîhniyeta zayendperest AKP-MHP’ê re netewandine bang dikin ku em ê qet rê nedin van polîtîkayên we. Kesên ku hevî dikin wê bi zext û gefan me ji têkoşîne me bikin, divê li dîroka berxwedane me binêrin. Me berê jî serî ji van polîtîkayên we re netewand û em ê niha jî netewînin.”