'Pariyê em dixwin em bi malbatên xizan û koçberan re parve dikin'

  • 09:05 6 Gulan 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo - Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Çanda belavkirin û guhertina xwarinê di heyva Remezanê de heya niha bi keda dayikan zindî ye. Daxwaza dayikan jî ew e ku çanda jiyana komînal ji wiha zêdetir pêş bikeve û her têkiliyên civakî were parastin. 
 
Heyva Remezanê heyveke pîroz e, lê tişta ku herî zêde bala mirovan dikşîne ew e ku beriya fitaran her malek ango dayikek çi xwarin li mala xwe çêkiribe ji cîran û kesên xizan re dişîne. Beriya fitaran di kolanan de dîmenekî pir xweş tê dîtin ew jî kêliyên ku dayik û zarok xwarinê li hev belav dikin. Dema ku mirov vê tevgerê dibîne tenê ev tê bîra mirov ku jin dikare gelek çandan biparêze û bide jiyîn, çanda belavkirina xwarinê jî yek ji wan çandan e. 
 
Dayikên Navçeya Til Temirê jî vê çandê zindî dikin, derbarê vê mijarê de dayikên ku xwarin çêdikin û belav dikin axivîn.
 
Çanda belavkirina xwarinê hîn zindî ye
 
Newroz Şêxmûs ku beriya fitaran bi çend saetan dest bi amadekariya xwarinê dike wiha dibêje:"Ez heyva remezanê heyva pîroz û bi wate li tevahî gel pîroz dikim. Bi hêviya ku di vê heyvê de daxwazên me yên rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk were. Li gorî ku kel û pelên jiyanî buha bûne, lê bi saya jinê û keda wê her wiha çanda belavkirina xwarinê li cîran û koçber ên Serêkaniyê, bandor li beşek ji malbatan nekiriye."
 
'Daxwaza jinê parastina civakbûyîn û hezkirinê  ye'
 
Newrozê wiha dom kir:"Keda jinê wate dide civakê û rih dide wê civaka ku ji ber kapîtalîzmê ji civakbûyînê derketiye. Daxwaza me her tim ew e ku hevaltî û têkiliyên civakê baştir bibe û her em wê biparêze. Daxwaza jinê parastina civakbûyîn û hezkirinê  ye."
 
'Pariyê em dixwin, em bi malbatên xizan û koçberan re parve dikin'
 
Newrozê malbatên ku xwarinê herî zêde li wan belav dikin wiha bi bîr xist û got: "Piştî ku ez xwarinê amade dikim, li malbatên xizan û koçberên Serêkaniyê ku li Til Temirê bi cih bûne belav dikim. Guhertina xwarinê hem rengîn dibe hem jî mirov dikare rihet wê xwarinê bixwe, bêyî ku bifikire ew dixwe û cîrana wê birçî ye. Em û cîranê xwe ji heman xwarinê dixwin."
 
'Belavkirina xwarinê jiyanê bi wate dike' 
 
Mihdiya Mihemed a xwarinê dibe ji cîranê xwe re dibe ev yek got: "Ez niha xwarinê ji malbateke xizan re dibim. Heyva rojiyê taybet meha xêra ye. Carinan hin malbat dibe ku xizan bin û dilê wan diçe xwarinekê, lê derfetên wan tune ye ku pêwîstiyên xwe bînin cih. Dema ku mirov xwarinê ji wan re dibe dilê wan xweş dibe û kenekî ji dil li ser lêv û rûyê wan tê der, ev tenê bes e ku mirov bikaribe rihetî xwarinê bixwe."