'Em ji bo cotkaran li ser kar in û di xizmeta gelê xwe de ne'

  • 09:03 6 Gulan 2020
  • Rojane
 
 
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Hevseroka Mudîriyeta Çandiniyê  ya Desteya Aboriyê ya kantona Kobanê Sewsen Daban kar û xebatên çandiyê li kantonê nirxand û wiha got: "Em ji bo cotkaran li ser kar in û her tim di xizmete wan de ne."
 
Mudîriyeta Çandiniyê ya Kantona Kobanê tevî belavbûna Vîrûsa Koronayê û qedexeya derketina derve, kar û xebatên xwe dide meşandin û derfetên karkirinê ji bo cotkaran ava dikin, da ku wek sala par şewat di mewsimê wan de dernekeve. Vîrûsa Koronayê bondorên neyînî li ser qada Aborî û jiyana welatiyan dike  ev dihêlê ku aboriya herêmê paşve vegere. Derbarê kar û xebatên Mudîriyeta çandiyê ya kantona Kobanê Hevseroka Mudîriyeta Çandinî ya Desteya Aboriyê li Kantona Kobanê Sewsen Daban ji ajansa me re axivî.
 
'Em hewl didin ku şaştiyên sala par dubare nebin'
 
Sewsenê da zanî ku Vîrûsa Korona bandoreke neyînî li ser qada Aborî û Çandiniyê dike û wiha pê de çû: "Vîrûsa Korona bandorê li ser jiyana welatiyan dike, ji ber ku welatî ji bo vîrûsê nikarin kar û xebatên xwe bidin meşandin. Piraniya kar û xebat hat rawestandin. Piştî biryara qedexeya derketina derve hat ragihandin di demeke kin  de karê çandiniyê li kantonê hat rawestandin. Paşê dîsa me dest bi karê xwe kir, ji ber dema mewsimê ye û em naxwazin şaştiyên sala par dubare bibin. Me komîteyek ava kiriye, vê komîteyê derdora erdan derman kirin. Li Mudîriyetê karmendên me destûra derketinê ji cotkaran re didin, ji bo ku biçin ser erdên xwe û lê baldar bin."
 
'Em bi nobetdarî karê xwe didin meşandin'
 
Sewsenê destnîşan kir ku wan dest bi  serastkirina patosan kiriye û  wiha domand: "Dema mewsimê ye, wê xwediyên patosan derkevin ser patosan û dest bi karê xwe bikin, ji bo wan me hejmara mazotê jî diyar kir. Me biryar da ji bo giştî patosên kantonê ku li mudîriyeta çandiniyê bên qeydkirin. Bi rêveberiya giştî ya veguhestinê re, me têkiliyên xwe çêkirin û komîteyên wan derdikevin ser patosan, kontrol dikin û di derbarê patosê de me agahdar dikin. Li gorî wan agahiyan em ji xwediyê patosê re nasname çêdikin, ji bo ku kombûn çê nebe me tedbîrên pêwist girtin. Em bi nobetdarî karê xwe didin meşandin. Ji bo cotkaran, me têkilî bi endamên asayîşê re çêkir da ku her carê ji 4 heta 5 kesî derbasî mudîriyetê bibin. Bangawaziya min ji bo cotkaran ku li erdên xwe miqate bin ji bo şewat dernekeve û pêwist e alavên vemirandina agir li nêzî erdan amade bin. Em ji bo cotkaran li ser kar in û her tim di xizmeta wan de ne."