Mayînên dewlet li herêmê diçîne jiyana welatiyan dikin xeterê

  • 09:02 6 Gulan 2020
  • Rojane
 
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Jina bi nave Taybet Kaya diyar kir ku di sala 1991’ê de dema li gunde Navyan ê Şirnexê çûye beriye pê li mayînê kiriye û di ncamê de piyê wê hatiye jêkirin. Taybetê her wiha anî ziman ku xizmekî wan jî yê pê re pê li mayînê kiriye jiyana xwe ji dest daye û li gel ku 2 caran doz vekirine jî tu encam bi dest nexistine. 
 
Mayînên ku dewlet li herêmê li cihên tevgera sivîl lê heye diçîne jiyana welatiyan dikin xeterê. Di encama teqîna van mayînan de li herêmê bi taybet jî li cihên bejahî heta roja îro gelek kesan an jiyana xwe ji dest dane  û an jî seqet mane.  Yek ji van kesan jî jina bi navê Taybet Kaya ya ji gundê Navyan ê Hezexa Şirnaxê ye ku seqet maye ye.  Taybetê bertek nîşanî helwesta dewletê da û wiha got: “Di sala 1991’ê de dema ku ez hîn ciwan bûm ez çûm zozanan bêriyê min û xizmekî me Mehmet Kaya me pê li mayînê kir.  Di ecamê de xizmê me li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û ez jî ji ber ku nigê min parçe bû li nexweşxaneyê jêkirin û platin kirin cihê piyê min. Ji wê rojêve bi piyekî hewl didim bijîm. Piştî vê bûyerê hem di warê aborî de û hem jî di warê derûnî de pirsgirêkan dijîm.” 
 
‘Ji sala 91’ê vir de ez seqet im’
 
Taybetê, wiha bahsa serpêhatiya xwe kir: “Wê demê  ez pir ciwan bûm. Min bêrîvanî dikir û diçûm zozanan bêriyê.  Di sala 1991’ê de dema bihar bû em dîsa li zozanan bûn. sewal  li pêşiya me û em jî li dû wan diçûn. Hemû tişt b i carekî re qewimî. Ez û xizmê me Mehmet Kaya bêyî ku hayê me jî hebe me pê li mayînê kir. Mehmet li wê derê jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku rewşa min xeter bû min jî birin Amedê nexweşxanê û nigê min jê kirin. Ji wê deme de ez seqet im. Di nigê min de platîn heye û ez bi vî awayî jiyana xwe didomînim.”
 
’29 salin ez bi platînê dijîm’
 
Taybet, di domandina axaftina xwe de got ku ew platînê di piyê xwe de jiyana xwe didomîne û wiha pê de çû: “Ji ber nigê min ê çepê tüne ye ez bi platînê 29 sale dijîm û gelek zehmetiya jî dikişînim. Nikarim bi tena serê xwe pêwîstiyên xwe bi cih bînim. Pêwîstiyên min an zarok an jî xizmên min bi cih tînin. Ji ber ku bi tenê nigekî min heye û seqet mam. Ez ji hela meşe ve gelek zahmetî dikişinim.”
 
‘Em ê heta dawî ji bo mafê xwe têbikoşin’
 
Taybet, diyar kir ku piştî hem xizmê wan Mehmet Kaya mir û hem jî ji nigê xwe seqet maye du caran doz vekiriye û wiha pêl da axaftina xwe: “Me du caran doz li hikûmetê vekir. Lê bê encam man  û tazminat jî nedan me. Hem em kûştin û hem jî seqet hîştin. Lê tiştên pêwist jî pêk nanîn.i  Li vê herêmê gelek kes bi bûyerên bi vî rengî yên ji ber sersariya dewletê rûbirû dimînin. Ez jî ji van kesan yek im. Em ê dev ji mafê xwe bernedin heta ku em encamê jê bigirin.”
 
‘Piştî wê bûyerê derûniya min xira bû’
 
Taybet, di dawiya axaftina xwe de got ku ji ber platîna nigê wê şikiyaye gelek êşê dikişîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Platîna nigê min şikiyaye û gelek zehmetî dikişînim. Dema radibim dimeşim gelek zêde diêşê. Ji ber rewşa me ya aborî nebaşe ez nikarim platîna nigê xwe bigûherînim. Ji bo platîna dewletê jî dewlet tu alîkarî neda me û nade jî. Piştî wê qezayê derûniya min xira bû. Ez nikarim  bi tu kesekî re bikevim têkiliyê û biaxivim. Ez ji malê qet dernakevim. Jiyan ji  wê rojê şûn de ji bo min bû dojeh.”