Endama meclîsa şaredariyê Leyla Onuk serbest hat berdan

  • 18:59 5 Gulan 2020
  • Rojane
ÊLÎH - Endama meclîsa şaredariyê ya Hezoyê Leyla Onuk a ku serê sibehê de di serdegirtina malan de hatî binçavkirin hat berdan.  
 
Serê sibehê de polîsan bi ser mala endama meclîsa şaredariyê ya Hezoyê ya HDP'î Leyla Onuk de girtin. Polîsan deriyê mala Leylayê şikandin, li malê lêgerîn kirin û Leyla li malê bi lêdanê binçav kirin. Polîsan bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye Leyla binçavkir û birin Midûriyetea polîsan a Kozlukê. Piştî îfadeyê Leylayê li Emniyetê bi dawî bû, Leyla serbest hat berdan.