Polîsan li endama meclîsê ya şaredariyê Leyla xistin û binçav kirin
- 16:53 5 Gulan 2020
- Rojane
ÊLIH - Polîsan bi ser mala encumena şaredariyê ya Hezoyê Leyla Onuk de girtin û Leyla li malê bi lêdanê binçav kirin.
Polîsan bi ser mala encumena şaredariyê ya Hezoyê ya HDP'î Leyla Onuk de girtin. Polîsan deriyê mala Onuk şikandin, li malê lêgerîn kirin û Onuk li malê bi lêdanê binçav kirin. Polîsan bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye Onuk binçavkir û birin Midûriyetea polîsan a Kozlukê.