Parêzer Ebru Timtik a di rojiya mirinê de ya daket 50 kîloyî

  • 13:42 5 Gulan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji parêzerên ÇHD'ê Ebru Timtik a ku rojiya wê ya mirinê dewam dike bi parêzera xwe Ayşegul Çagatay hevdîtin pêk anî. Ayşegul diyar kir ku Ebru ji 75 kîloyî daketiye 50 kîloyî. 
 
Parêzera Komeleya Hiqûqnasên Çagdaş (ÇHD) Ayşgul Çagatay bi parêzer Ebru Timtik a ji 5'ê Sibatê heta niha li Girtîgeha Sîlîvriyê dest bi greva birçîbûnê kir û di 5'ê Nîsanê de veguhert rojiya mirinê, hevdîtin pêk anî. 
 
Ayşegula ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî diyar kir ku ev demeke êşa hestiyan a Ebruyê dest pê kiriye û dewam dike. 
 
Ayşegulê derbarê Endama Grup Yorum Hêlîn Bolek a ku di 288'emîn rojiya mirinê de jiya xwe ji dest da wiha got:"Daxwazên Hêlînê ne bê xwedî ye. Em bi serîhildana xwe daxwazên wê dewam dikin."