'Divê saziyên serbixwe yên tenduristiyê li girtîgehan lêkolînan bikin'

  • 13:40 5 Gulan 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Di têkildarê rewşa girtîgehan de Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, raporek aşkera kir û gotin: "Li girtîgehan rêbazên li dijî rûmeta mirovahiyê zede bûne.  Divê saziyên serbixwe yên tenduristiyê li girtîgehan û lêkolînan bikin.”
 
Di têkildarî binpêkirinên mafan ên ku di mehên dawî de li girtîgehên pêk hatine, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê raporek amade kir. Rapora ji ber vîrûsa koronayê li ser înternetê hat parve kirin. Rapor, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Bûca Kiriklarê, Girtîgehên Hejmarên 1,2,3,4 ên Şakranê, Girtîgeha Jinan a Şakranê, Girtîgeha Zarokan a Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê û Girtîgeha Tîpa R a Menemenê dihewîne.
  
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku rapora bi hevdîtinên sazî û komeleyên têkildar, serlêdanên ku ji aliyê malbat û parêzeran ve li komeleyê kirin, serdanên parêzeran ên girtîgehan û nameyên girtiyan amade kirine. Her di raporê de hat bi bîrxist ku li gorî daneyên Wezareta Edaletê li Tirkiyeyê 355 girtîgeh û 282 hezar û 703 girtî hene.
 
'Xizmetên tenduristiyê têr nakin'
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku sererastkirina înfazê cihêkariya di navbera girtiyan de zêde kiriye û wiha hat got: “Di 4 mehên dawîn de li girtîgehan rêbazên li dijî rûmeta mirovahiyê û tehdekar zêde bûne. Dîsa hejmara girtî û gardiyanên ku testên wan ên vîrûsa koronayê pozîtîf dertên, zêde dibin. Ji ber hejmara zêde ya girtiyan, li girtîgehan ne pêkane ku şertên paqijiyê pêk bên. Ev jî rewşa belavbûna vîrûsê ya li girtîgehan derdixe holê. Li gorî agahiyên ku ji malbat û girtiyan hatine bidestxistin bergiriyên pêwîst li girtîgehan nayên girtin û xizmetên tenduristiyê ne têrker in.”
 
'Mirina girtiyên nexweş tê temaşekirin'
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyar kirin ku mafê jiyanê pîroz û ev tişt hat ziman: "Divê ku pekanînên tecrîdê yên li girtîgehan bên rakirin û pêkanînên muameleya xerab û îşkenceyê bên astengkirin û derbarê berpirsyaran de demildest lêpirsîn bên destpêkirin. Mafên girtiyan ên mîna xwe gihandina tedawiyê, jiyana bi tendurist û xwedîbûna bi tendurist tên astengkirin. Mirina girtiyên nexweş tê temaşekirin. Ne pêkane ku li cihekî ewqas maf bên binpêkirin bê jiyandin. Divê şertên girtîgehan bên başkirin û binpêkirinên mafan ji holê bên rakirin.”
 
'Divê tecrîdên li ser girtiyan bên bidawîkirin'
 
Di raporê de daxwaz wiha hatin rêzkirin: 
 
“* Divê serlêdan û gilîkirin bê sînordarkirin bigihîjin cihên pêwîst.
 
* Divê mekanîzmayên edlî û îdarî, derbarê serlêdan û giliyan de lêpirsîna bi bandor bidine meşandin.
 
* Divê rêveberiya girtîgehê, derbarê şertên fizîkî û memeleyên ku pêk tên de kontrola edlî û îdarî pêk bîne.
 
* Divê mafê girtiyan ê têkilî danînê yê bi malbat û cîhanê re neyê astengkirin.
 
* Divê girtî sewqî cihên nêz ên malbat û parêzerên xwe werin kirin.
 
* Divê qedexeyên rojname, kovar, radyo, kincan, name û pirtûkan bên terikandin.
 
* Divê mafê hevdîtin, nivîsandin û parastinê yê bi zimanê zikmakî bê ewlekirin û astengiyên bi kêfî bên rakirin.
 
* Divê lêgerînên cih û ser mirovan ne li dijî rûmeta mirovahiyê be.
 
* Divê di cezayên dîsîplînê de sererastkirinê edlî yên li dijî mafên mirovan bên rakirin û nelirêtiyên hiqûqî yên di pratîkê bên derbaskirin.
 
* Divê îşkence û meleyen xerab ên li dijî girtiyan bên terikandin û li gorî rûmeta mirovahiyê muamele bê nîşandan.
 
* Divê pêşî li kontrolên herêmî û neteweyî û navneteweyî bê vekirin.
 
* Divê bijîşk û xebatkarên tenduristiyê pewerdeya Protoqola Stenbolê bigirin.
 
* Divê tecrîdên li ser girtiyan bên bidawîkirin.
 
* Divê sînordarkirinên aktîvîteyên çandî û civakî yên li ser girtiyan bên rakirin.
 
* Divê astengiyên li pêşiya xwe gihandina mafê tenduristî û tedawiyê bên rakirin.
 
* Divê di pêvajoya vîrûsê de pêşniyarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û sazî û dezgeyên ku têkildarî vê yekê dixebitin li ber çav bê girtin û tevdîr bên girtin û bi rêk û pêk kontrol pêk bên.
 
* Divê destûr bê dayîn ku saziyên serbixwe yên tenduristiyê bikevin girtîgehan û lêkolînan bikin.”