Meclîsa Kantona Efrînê êrîşên dewleta tirk şermezar kir

  • 13:31 5 Gulan 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Meclîsa Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê êrîş û kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê şermezar kir.
 
 Meclîsa Herêma Efrînê li hember êrîş û kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê daxuyaniyek li Kampa Veger a navçeya Şêrewa da.
 
Meclîsa Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ên li ser gundewar û navçeyên Şêrewa li kampa Veger a gundê Ziyaretê ya navçeya Şêrewa şermezar kir. Di daxuyaniyê de şêndiyên kampa Veger, gundê ziyaret, sazî û dezgehên Meclîsa Herêma Efrînê amade bûn. Her wiha pankartên bi nivîsa "Giya li ser koka xwe şîn dibe", "Metirsiya vîrûsa Erdogan ji metirsiya Korona mezintir e" û "Ji axa bav û kalên me derkevin" hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Mihemed Remedan ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di demekê de ku cîhan tevahî di rewşek awarte de derbas dibe, banga netewên yekbûyî ku hevgirtîneke mirovahî ava bibe li hember nexweşiya Koronayê û şer li hemû deverên gerim bên rawestandin, lê dewleta tirk tevî hemû bangan jî dest ji nîjadperestî û hovîtiya xwe ya li ser Gelê Kurd bernedaye û bernade. Ji aliyekî gel ji ber Vîrûsa Korona di nava metirsiyekê de ye, ji aliyekî din gel ji ber êrîşên dewleta tirk bi mirinê re rû bi rû dimîne. Dewleta tirk bi rojane gundewarên Kantona Şehbayê topbaran dike, di encama van topbaranan de komkujî pêk tên, mîna komkujiya Aqîb û Til Rifet a ku zarok bûn qurbaniya van hovîtiyan.
 
Li aliyekî din jî Efrîniyên ku di hundir Efrînê de mane jî, rû bi rû rastî kiryarên dijmirovahî tên, revandin kuştin, êşkencekirin û talankirina mal û milkên sivîlan her wiha fidiyeyê ji malbetan digirin. Her wiha dizîna şûnwarên Efrînê jî tên kirin. Weke tê zanîn rêjeya Gelê Kurd li Efrînê berî dagirkeiyê ji sedî 97 bûn, lê niha di rewşa dagirkeriyê de rêjeya kurdan nagihêje ji sedî 25. Ev hemû kiryarên dewleta tirk û komên wê li herêma Efrînê li pêş çav û bêdengiya dinyayê û saziyên Mafên Mirovan tê kirin.
 
Em weke Meclîsa Herêma Efrînê bêdengiya Netewa Yekbûyî û saziyên mirovahî ku li ser kiryarên Erdogan û çeteyên wê weke cihê şik û gumanê dibînin û di wexta ku pêwîst e bi rola xwe ya parastina netewan ji dagirkeriyê bike. Bila Erdogan weke kujerê şer bê dadgehkirin û li ser dewleta tirk bê ferzkirin ku dawî li dagirkeriya xwe bîne û ji axa herêma Efrînê vekişe û gelê Efrînê bi aramî vegerin ser axa xwe. Em ê heya kêliya dawî ji bo vegera Efrînê li berxwe bidin û rizgarkirina Efrînê mîsoger bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Şehîd namirin", " Bijî berxwedana Efrînê" û "Na ji dagirkeriya Erdogan re" bi dawî bû.