Li Mexmûrê êrîşên li hemberî goristanan hat şermezarkirin

  • 11:52 5 Gulan 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bal kişand ser êrîşên li hemberî goristanan û gotin: "Ne tenê êrîşê mirovan dikin bi heman awayî êrîşê hemû nirx û destkeftiyên civakê jî dikin. Êrîşê li hemberî goristanan nîşaneya lewazbûn, bêzarbûn û tengasiya dewletê nîşan dide."
 
Komîteya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyakê êrîşên dewleta tirk a li hemberî goristanan şermezar kir. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn û ji aliyê hevseroka Komîteya Malbatên Şehîdan Xantur Kara ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Zihniyeta tunekirinê li hemberî hebûn û destkeftiyên Gelê Kurd carekî din bi awayî di meriyetê de ye. Zîhniyeta dagirker bi hemû hêzê xwe berdewame. Dema em li kiryarên faşîsmê yên hikûmeta Erdogan temaşe dikin, em bi awayek herî eşkere dibînin ku faşîzm, dagirkerî, bê mafî û xwînmijî di asta herî jor de li ser Gelê Kurd tê meşandin. 
 
Êrîşê nirxên civakê dikin
 
Ji dema ku serwerbûna pergala desthilatdar ya li ser civakê heta roja me ya îro gelek şer, perçûn û qirkirinên sûcê mirovahî hatine pêkanîn, lê tu caran weke serdema faşîzane ya Erdogan êrîş li ser nirxên civakî ne hatine pêkanîn. Şer ji li ser hinek nirxên ehlakî yên mirovahiyê tên meşandin. Lê Erdogan van nirxan hemûyan bin pê dike. Di tu serdemên dîrokê de bi cenazeyan nehatine lîstîn, yan ji cih û mekanên civakê ji bo xwe bi nirx hesab kirin ne hatine tarûmarkirin. Lê dema em îro temaşeyî kiriyarên dewleta Tirk dikin em dibînin. Tenê êrîşî mirovan nakin, êrîşî hemû nirx û destkeftiyên mirovan û civakê dikin.
 
Divê rêz ji bo cenazeyan bên girtin
 
Di hemû bawerî û olan de her tim rêz ji bo cenazeyên hatine girtin. Lê Erdogan bi çeteyên xwe ve ne nirxên civakî dizane ne jî nirxên bawermendiyê dizane. Tenê yek hedefa wana heye tunekirin û bê rûmetkirina mirovahî û Gelê Kurde. Erdoxan êdî ne tenê dijminê mirovane, ew dijminê hemû nirxên mirovahiyê ye. Ji ber ku bi xirabkirina qebristanên cangoriyên azadiyê, bi lîstîna cenazeyên gerilayên azadiyê yên HPG’ê û YJA STAR’ê, vê tiştî bi awayek aşkere radixe ber çavên Gelê Kurd û mirovahiyê.
 
Êrîş nîşaneya lewazibûnê ye 
 
Xistina hestiyên lehengekê û danîna ser çokên dayikê teslimgirtina wijdana mirovahiyê ye. Lê em vê baş dizanin ev kiryarên ne mirovane, ne xurt bûn lê lewazbûna Erdogane. Ev lewazbûn, bêzarbûn û tengasiya Erdogan ya li hember tekoşîn û berxwedana di kesayeta dayika Şehîd Egîd, Xalîse de ya hemû dayikên şoreşger û dayikên lehengan.
 
Êrîşkirina qebristanan di vê pêvajoyê de ne xurtbuna Erdogane, lewazbuna wîna ya li hemberî tekoşîna azadiyê dide diyarkirin. Ji ber vê lewazî û çavsoriya xwe bi her awayî êrîş dibe li ser hemû destkeftiyên Gelê Kurd."