Meclîsa Jinên Sûriyeyê tundiya ser jinê bi daxuyaniyekê şermezar kir

  • 13:40 4 Gulan 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Meclisa Jinên Sûriyeyê tundiya ku li ser jinan ya ku  di dema karantinaya tenduristiyê de li malan zêde bûye, bi daxuyaniyekê şermezar kir.
 
Di vê dema ku tevahî mirov li hemû deverên cîhanê ji bo parastina ji Vîrûsa Koronayê di hindirê malan de di karantînayê de ne, di vê rewşê de jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Tundiya li ser jinê di hundirê malê de heta rêjeyekê li tevahî welatên cîhanê zêde bûye. Têkildarî mijarê Meclisa Jinên Sûriyeyê tundiya ku li ser jinan di karantinaya tenduristiyê de, bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî bi beşdarbûna hemû endam û rêveberiyên meclisê li parka xwendinê hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Karantînaya tenduristiya li malê û qedexeya derketina derve ya ji ber Vîrûsa Koronayê bû sedem ku gelek encamên neyînî mîna tundiya li ser jin û zarokan di malan de bi xwe re bîne. Bi vê tundiyê re careke din rûyê mêrê serdest û hovîtiya wan li dijî jinan derket pêş. Ev bûyerên wiha li tevahî welatên cîhanê zêde bûne û jin neçar dimînin ku rastî tundiyê ji aliyê mêr ve bên. Tevî pêşketinên ku di nav cîhanê de çêbûne ku heta asteke bilind jinê hebûna xwe parast, hişmendiya paşverûtî her xwe dubare dike. 
 
Bi belavbûna vê vîrûsê re û ji bo parastina ji xeteriya wê, piraniya malabatan li malê xwe dimînin û li gor belgeyên netewên yekbûyî rêjeya herî bilind ya tundiyê di vê demê de li ser jinan hatiye kirin. Em nabêjin ku berî karantînayê tundî tunebû, lê weke cara yekem rêjeya wê ewqas bilind dibe. Tundiya ser jinan kiryareke bê ehlaq e û mirovên ku destdirêjiyê ser jinan dikin bê wijdan in. Ev yek dihêlê ku rêjeya revandina ji malê, bûyerên întîharê jî, zêde bibe. 
 
Em weke Meclisa Jinên Sûriyeyê tundiya ser jinan li tevahî welatên cîhanê şermezar dikin. Di vê rewşa zehmet de pêwîst e, em li van jinan xwedî derkevin û wan biparêzin. Divê kesên sûcdar bên cezakirin, da ku em bikaribin jinan ji vê yekê biparêzin. Em bi hêvî ne ku jinên rastî tundiyê tên bi aliyên têkildar re bikevin nava pêwendiyê, da ku bikaribin mafê xwe ji serdestiya mêr biparêzin.”