Dayika êrîşî gora kurê wê kirin: Ew çiqas hilweşînin ez ê jî çekim

  • 10:36 4 Gulan 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
COLEMÊRG - Cara heftan êrîşî goristana li taxa Ormanê ya li Gevera Colemêrgê kirin.  Têkîldarî mijarê dayîka Suleyman Aksu yê ku gora wî li heman goristanê ye Kudret Aksu axivî û got:" Ew çiqas gora kurê min xera bikin, ez ê jî  çêbikim. Tu çek û bombe li ser gora kurê min nînin."
 
Goristana li taxa Ormanê ya li Gevera Colemêrgê, ji 13’ê Adara 2016 ku qedexeya derketina derve li Geverê hatibû îkankirin û 79 rojan berdewam kiribû heta niha cara 7’emîn hat hilweşandin . Li dijî goristana ku cenazeyê Suleyman Aksû yê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê mirovên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane lê veşartî ne, ji aliyê “kesên nasnameya wan nediyar” ve êrîş pêk hat û di encamê de  de goristanê zirareke mezin dît.
 
Der barê êrîşa li dijî goristanê Dayîka Suleyman Aksu,Kudret Aksu  û hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Geverê Şadiye Kirmizigûl axivîn.
 
'Li şûna kujeran ceza bikin êrîşî gora kurê min dikin'
 
Dayîka Kudret axaftina xwe de bal kişand ser necezakirina kujeran û got ku li şûna kujer bên darizandin êrîşî gora kurê wê dikin û wiha axivi:"  Kurê min Sûleyman mamosteyê zimanê  îngîlîzî bû. Kurê min ji bo ku ji zarokên kobanê re pêlîstokan bibe çû Pirsûsê. Kurê min dema çû di destê wî de pênûs û lênûsk hebûn.  Li gel wî jî pêlîstok hebûn. Kurê min ji min re got," Dayê em ê herin Pirsûsê ji zarokên Kobanê re pirtûkxane vekin û pişt re ez ê werim." Kurê min ji min re wisa got û çû. Kurê min bi wan gotinan xatir ji min xwest.  Lê venegeriya. Kujerên bûyerê bê ceza hatin hiştin. Şûna ku kujeran ceza bikin, êrîşî gora kurê min dikin." 
 
'Ez ne carekê bi caran mirim'
 
Kudretê da zanîn ku li gel vê êrîşê ew careke din mir û got ku heta ew sax be ew ê şopdarê doza kurê xwe be û ev tişt anî ziman:" Ez bi caran mirim. DAÎŞ'ê kurê min kuşt ez mirim,kujerên kurê min nehatin darizandin ez mirim, mala min  di 2015'an de li gel bîranînên kurê min şewitandin ez  dîsa mirim û ev heft carin ku   êrîşî goristana kurê min lê veşartiye  dikin, ez li wir ji caran mirim. Ew çi ji kurê min dixwazin? Dewlet çi ji me dixwaze? Suleyman mamoste bû. Dewlet dijminantiyê bi me re dikeKurê min kuştin perçeyek kezeba min jê kirin,êrîş dikin kezeba min dişewite. Ez dayîk im ez vê zilmê qebûl nakim. Heta ku ez sax bim, ez ê şopdarê doza kurê xwe bim. Bila destê xwe ji ser gora kurê min bikşinin û belaya xwe ji gora kurê min vekin. Ez rojê du caran diçim ser gora kurê xwe. Ger ez neçim ser gora wî bêhna min dernayê." 
 
'Tu çek û bombe li ser gora kurê min ninin'
 
Kudretê di dawiya axaftina xwe de got ku bila wê bikujin lê bila dest nedin Gora kurê wê û wiha pê de çû:" Kurê min ji ber ku pêlîstok ji zarokên Kobanê re birin hat qetilkirin.  Li gel Suleyman 33 ciwan  qetil kirin. Ez kengî diçim ser gora kurê xwe polîs tên derdora min digirin. Lê qet ne xema mine. Bila min li  ser gora kurê min bikujin,lê bila gora kurê min hilneweşînin û dest nedin gora kurê min.  Dema ku kes mir herkes rêz û hurmetê ji wan re digire. Lê çima hurmeta wan li hemberî gorên me tune ye? Çima ji miriyên me ditirsin? Panzeran dibin goristanan, bi piyan diçin ser goran,goristanan hilweşinin. Dibên  ‘em misilman in’ na ne misliman in. Misilman di meha remezanê de goristanan hilnaweşînin,êrîşî goristanan nakin. Ez êdî  edeletê dixwazim. Ji vê zilm û zordariyê re êdî bes e.Ew çiqas gora kurê min hilweşînin, ez ê dîsa çêbikim.Tu çek û  bombe li ser gora kurê min ninin. Ji vê zilmê re êdî bes e.  Ev 6 salin kurê min kuştine ez ji dozgeriyê  perçeyek kincên wî dixwazim nadin."
 
'Em ê hesabê van pêkanînan bipirsin'
 
Hevseroka HDP'ê ya Geverê Şadiye Kirmizigûl jî destnîşanî êrîşên li dinî goristanan kir û got ku ji bo êrîşkar bên dîtin û cezakirin tişta pêwist ew ê bikin û ev nirxandin kir:" Ev cara 7'emîne goristanên Kurdistanê bi taybetî goristanên kurdan bi awayekî hovane tên hedefgirtin. Em dipirsin armanca van êrîşan çi ye? Dewlet bi êrîşkirina goristana çi armanç dike û ev êrîş bi destên kê tên kirin? Em van êrîşan qebûl nakin. Ji ber ku ne ehlaqî ne,ne wîjdanî ne di dîroka îslamiyetê de tiştekî wiha heye û ne jî di dîroka mirovahiyê de tiştek wiha heye. Divê ev kes hesab bidin. Hurmet û rêzdariya li hemberî miriyan nirxê civakî yê herî pîroz e. Dewlet ji hestiyên me çi dixwaze? Em qebûl nakin û vê êrîşa li dijî mirovahiyê şermezar dikin. Em ê wekî HDP'ê şopdarên bûyerê bin. Ji bo ku ev kes hesab bidin malbatan çi pêwîst bike em ê pêk bin. "