'Dewleta tirk cihên sivîlan armanc digire'

  • 09:32 4 Gulan 2020
  • Rojane
Rûperî Bekir
 
ŞEHBA - Dewleta tirk do serê siharê gundewar û navçeyên Şêra û Şêrewa kirin armanca û bi saetan cihên ku sivîl dijîn topbaran kirin. Têkîldarî mijarê jinên gundê Aqibê yê navçeya Şêrewa ya girêdayî Efrînê di derbarî êrîşên dewleta tirk de helwestên xwe anîn ziman û gotin: "Di roja remezanê de dewleta tirk bi awayekî hovane êrîşî me dike, yên ku ji xwe re dibêjin em misliman in di vê meha pîroz de çawa êrîşî mirovan dikin?"
 
Do ji serê siharê saet di 08:30'an de dewleta tirk bi saetan navçeya Şêra  û gundewarên wê Mîlkiyê, Şêwarxa, Meranaz, Kefer Antûn û navçeya Şêrewa û gundewarên wê  Bênê, Saxûnekê, Aqibê û Dêr Cimêlê  ya girêdayî bajarê Efrînê topbaran kirin. Her wiha di van êrîşan de malên sivîlan û goristana gundê Aqibê hat armancgirtin. Jinên gundê Aqibê yên navçeya Şêrewa ya girêdayî bajarê Efrînê helwestên xwe anîn ziman.
 
'Dewleta tirk cihên sivîlan armanc digire'
 
Jina bi navê Fatma Ehmed a ji Efrînê ye û li gundê Aqîbê ya Şêrewa bi cih bûye derbarê êrîşên dewleta tirk de helwesta xwe wiha anî ziman: "Em ji Efrînê koçî navçeya Şêrewa bûne, piştî koçberiyê heta niha jî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê didomin. Her wiha dewleta tirk di êrîşan de cihên sivîlan û goristanan armanc digire û di vê meha pîroz de jî êrîşîn xwe didomîne. Em dev ji xaka xwe bernadin, dive kesên ku bi mafê mirovan bang dikin bi erkên xwe yên mirovî rabin û parastina gel ji êrîşan bikin."
 
'Li dijî êrîşan berxwedan'
 
Jina bi nave Ceylan Mihemed a ji gundê Aqîbê ye helwestên xwe wiha parve kir: "Dewleta tirk û hevkarên wê her êrîşî Gelê Kurd dike, em di mehek pîroz de ne, lê dîsa dewleta tirk ji hovîtiya xwe namîne û êrîşî gel dike. Em jî ji xwe heyirî mane gelo em xwe ji dewleta tirk ango ji Korona biparêzin? Em ê li hember hemû êrîşan li ber xwe bidin. Dewleta tirk  êrîşî gundê me kir û mal û milkên me topbaran kir."
 
'Armanca dewleta tirk qirkirina Gelê Kurd e'
 
Jina bi nave Zeyneb Yûsif jî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: "Dewleta tirk piştî Efrîn dagirkir her roj êrîşên xwe li dijî me didomîne û bi hinceta cihên leşkerî, cihên sivîlan hedef digire. Armanca dewleta tirk ne leşker in armanca wê qirkirina Gelê Kurd e. Em dengê xwe bilind dikin û dibêjin êdî bes e ji êrîş û qetlîamên dewleta tirk a dagirker e. Banga me ew e ku rêxistinên mafê mirovan dengê me bibîsin û ev êrîşan bidin rawestandin."