Malbatên girtiyan ji Wezîrê Dadê re name şandin

  • 17:26 6 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Li Farqîna Amedê malbatên girtiyan ji Wezîrê Dadê re name şandin û daxwaza serbest berdana girtiyên siyasî kirin. 
 
Bi belavbûna nexweşiya koronoyê re Meclîsa Tirkiyeyê di Qanûna Înfazê a girtîgehê de hîn sererastkirinan dike. Lê girtiyên siyasî ji derveyî qanûnê tê hiştin. Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Şaxa Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Farqîna Amedê bi rêya PTT'ê ji Wezîrê Dadê re 50 name şandin û xwestin girtiyên siyasî serbest bên berdan.