Malbatên girtiyan ji Wezîrê Dadê re name şandin 2020-04-06 17:26:04   AMED - Li Farqîna Amedê malbatên girtiyan ji Wezîrê Dadê re name şandin û daxwaza serbest berdana girtiyên siyasî kirin.    Bi belavbûna nexweşiya koronoyê re Meclîsa Tirkiyeyê di Qanûna Înfazê a girtîgehê de hîn sererastkirinan dike. Lê girtiyên siyasî ji derveyî qanûnê tê hiştin. Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Şaxa Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Farqîna Amedê bi rêya PTT'ê ji Wezîrê Dadê re 50 name şandin û xwestin girtiyên siyasî serbest bên berdan.