Li dijî vîrûsa koronayê li Şengalê maske hatin belavkirin

  • 16:36 3 Nîsan 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Tevna Alîkariya Jinên Êzidî di çarçoveya xebatên li dijî vîrûsa koronayê bi derfetên xwe maske li endamên asayîşê, esnafan,  xebatkarên şaredariyê û gel belav kirin.
 
Ev demeka dirêje li Şengalê tedbîrên pêwîst li dijî vîrûsa koronayê têne girtin. Li Şengalê Tevna Alîkariya Jinên Êzidî bi derfetên xwe maske li endamên asayîşê, esnafan, xebatkarên şaredariyê û gel belav kirin.
 
Berdevka Tevna Alîkariya Jinên Êzidî  Ferîda Sedo diyar kir ku pêwîsta her kes ji bo parastina xwe û civaka xwe ji vîrûsa koronayê tedbîrên pêwîst bigire û got: “Me îro dest bi belavkirina maskeyan kiriye, em li xwediyên dikanan, asayîş û gelê xwe belav dikin. Gelekî giring e ku em civaka xwe li hemû aliyan de biparêzin."
 
Ferîda, destnîşan kir ku divê civak xwe ji vîrûsê biparêze û wiha axivî: "Heta ku ev rewşa heye bila her kes li malên xwe de be, xwe û civaka xwe ji vê vîrûsê biparêzin. Erka me ye ku em bi îmkanên xwe tiştên ku tê xwestin ji bo gelê xwe pêşkêş bikin. Em bang li hemû rêxistin û saziyan dikin ku ew ji xwedî li gelê xwe derkevin. Tiştên pêwîst ji gel re pêşkêş bikin û em bi hev re xwe û civaka xwe ji vîrûsa korona biparêzin.”