Jinan ji bo Abdullah Ocalan seferberî îlan kir

  • 14:11 25 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN  - Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) got: ‘’Nabe ku mafên Rêber Apo yên qanûnî weke xweşxwaziyekê werin nîşandan. Em ê çalakiyên xwe derxînin asteke jortir.’’
 
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gelek kampanyayan bi rê ve dibe. Jinên Kurd ji bo kampanyaya şandina nameyan jî li her derê dixebitin. 
 
Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi rêya daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew jî beşdarî kampanyayê bûne û banga tevlîbûna meşa Rêbertî ya ku wê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin, kir. Di daxuyaniya YJK-S’ê de ev yek hatin gotin: 
 
‘’Em îro di qoxana gotina Rêber Apo ya 27 salan beriya niha ji bo komploya navneteweyî gotibû de ne ku Rêber Apo komplo weke ‘’destpêka Şerê Cîhanê yê 3’yemîn’’ pênase kiribû.  Gelê Kurd wê bi rakirina pergala tecrîd û êşkenceyê ya di şexsê Rêber Apo de li tê sepandin, esas bigire û di wê çarçoveyê de tevbigere. 
 
Divê dewleta Tirk a ku piştî çar salan bi hevdîtineke malbatê re raya giştî dixwapîne, vê yekê baş bizanibe nabe ku mafên Rêber Apo yên qanûnî weke xweşxwaziyekê werin nîşandan.  Bi çêkirina rojevan hewldana rewakirina pergala êşkenceyê ya Îmraliyê xitimandina rewşa heyî ye. 
 
Em ê di çarçoveya Kampanyaya Tîrêjên Roje de çalakiyên xwe derxînin asteke jortirku me ev kampanya bi armanca ji cîhanê re belavkirina fikr û perspektîfên Rêber Apo daye destpêkirin.
 
Girêdayî van yekan em kampanyaya şandina nameyan ya ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê didin destpêkirin.  Di serî de jinên Kurd em bang li hemû jinan dikin tevlî kampanyayê bibin. 
 
Em ê weke YJK-S’ê li hemû qadan dengê xwe bilind bikin û dubare diyar dikin ku heya azadiya Rêber Apo tê dabînkirin, em ê tim li qadan bin û bang li gelê xwe dikin ku tevlî meşa mezin a azadiyê ya ku wê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin, bibin.’’