Li Girtîgeha Kandirayê 3 girtî girtin hucreyê

  • 14:15 25 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
KOCAELÎ - Hate diyarkirin ku 3 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1  a Kandirayê bi hinceta cezayên wan ê muebbetê hatine erêkirin, kirine hucreya nepaqij. Hate hînbûn ku yek ji girtiyan Dîlber Tanrikûlû ye ku di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de cih digire û bi tena serê xwe nikare bijî, girtiyên din jî xwestin şert û mercên wan bên başkirin.
 
Girtiyên siyasî Dîlber Tanrikulu, Gulşen Bahadir û Zozan Kutum ên li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Kandirayê bûn, bi hinceta ku cezayên wan ê muebetê hatiye erêkirin, girtin hucrên bêyî şert û mercên paqijiyê li wan hebin a yek kesî.
 
Ew birin hucreyên ku întîhar lê pêk hatin
 
Girtiyan bal kişandin ser şert û mercên xwe yên di hevdîtina bi malbatên xwe re, diyar kirin ku hucreyên ku ew birin odeyên ku rapor lê dihatin girtin, yanî odeyên ku berê întîhar lê hatine kirin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe şert û mercên xwe wiha anîn ziman: “Em di nava mişkan de ne. Di qada jiyana me de paqijî tune ye.  mutfak, serşok û tuwalet yek in. Li wir hewadankek piçûk heye û bêhna heywanên mirî jê tê. Ji ber vê yekê hewa qut kirin. Bêhna pir xerab tê. Ev der cihekî ku mirov nikare lê bijî ye. Jiyaneke wisa tune ye. Derdora paqijiyê nîne. Pirsgirêkên hevalên me yên tenduristiyê hene û nikarin bi tenê bijîn."
 
Hat diyarkirin ku yek ji girtiyan Dîlber Tanrikûlû di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire û di nava girtiyên de girtiyak bi tena serê xwe nikare bijî jî heye.