'Tirkiye nikare me bi êrişan xelas bike'

  • 14:34 25 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Êrîşên dewleta tirk ên li ser kantona Efrîn-Şehba her wiha seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji şeva 23'ê Cotmehê heya van kêliyan hîna berdewam dike. Di encama êrîşan de gelek sivîl bûn qurbanî û gelek kes bi giranî birîndar bûn. Jinên Efrînê bertekên bi tund li hember êrîşan diyar kirin û wiha anîn ziman:"
 
Di saetên derbasbûyî de dewleta tirk pêleke nû ya êrîşan li dijî binesaziya bingehîn a jiyana gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, civaka sivîl û hêzên ewlekariyê yên ku ji parastina herêmê berpirsyar in, kirin hedef. Êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyeyê û yên berdewam bûne sedema kuştina 12 welatiyên sivîl ku 2 ji wan zarok in û 25 kesên din jî bi giranî birîndar bûne (8 li Dêrikê û 4 li Til Rifat li herêmên Şehba). Her wiha deverên ku sivîl lê dijîn, nanpêjxane, stasyonên elektrîk, petrolê û xalên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku ji parastina gel berpirsyar in, bûn hedefa firokeyên leşkerî û balafirên bê mirov, 42 cihên hatin armanckirin ji wan xizmet û saziyên bingehîn in. Li hemberî van êrîşan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel herikîn qadan û bertek nîşan dan. 
 
'7 sal in em para xwe ji êrîşan digrin'
 
Emîna Osman têkildarî êrîşan wiha axaftina xwe ji ajansa me re kir û got:"Em van êrîşên hov a dewlet tirk a li ser gelê kurd bi tundî şermezar dikin. Bi darê zorê dewleta tirk em ji warê me koçber kir û ji ber zexta êrîşên ku li ser me dida meşandin em neçar man ku berê xwe ber bi deriyên koçberiyê ve bibin. 7 sal in ku em koçber bûne û heya roja me ya îro hema rojekê jî êrîşên dewleta tirk nesekinîne û em jê bê par neman. Îro rêxistinên ku bi navê parastina mafê mirovan bang dikin bi erka xwe ranabin ew jî şirîkê dewleta tirk a di qirkirina gelê kurd de ne."
 
'Ji malekê 4 welatî şehîd ketin'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Emîne da zanîn ku ew ê bibin mertala li hember dagirkeriyê û dest ji berxwedana xwe bernadin û wiha got:"Em jî mirov in mafê me jî heye ku li ser vê axê em bijîn. Ma ev qedera gelê kurd e ku her bi kuştin û lêdanê re rû bi rû bin? Îro dewleta tirk her sivîl û zarokên me dike hedefa xwe û ya herî dawî li bajaroka Tilrifatê êrîş bir ser malê sivîlan û di encamê de 4 welatî şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn. Her wiha ev ne cara yekem e ku sivîl li Tilrifatê tên hedefgirtin û ne komkujiya yekem e."
 
'Tirkiye nikare me bi êrişan xelas bike'
 
Di dawiya axaftina xwe de Emîneyê da zanîn ku dewleta tirk wê bi komkujiyên xwe nikaribe dawî li wan bîne û wan tune bike û got:"Em ji mirinê natirsin. Em ji minrinê mezintir in û heger em ê bimirin wê mirina me jî bi şeref be. Tirkiye nikare me bi êrişan xelas bike."
 
'7 sal in êrîş dewam dike'
 
Di heman demê de Nisrîn Xelîl jî  berteka xwe li dijî êrîşan nîşan da û wiha pê de çû:"Ji dema ku em ji warê xwe ji ber top û tivingên dewleta tirk koçberî kantona Şehbayê bûne û heya roja me ya  îro ev 7 sal in em para xwe ji van êrîşan digrin. Her carê sivîlên koçber dibin qurbaniyên van êrîşan lê belê ne tenê li kantona Efrîn Şehbayê her wiha ev demeke ku li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê êrîş bi dijwarî tên kirin."
 
'Em warê xwe bernadin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Nisrînê da teqez kir ku dewleta tirk çi bike bila bike bi carekê ew dest ji war, têkoşîn û berxwedana xwe bernadin û got:"Em warê xwe bernadin."