Ebrû Gunay: Ya ku ew ê me biparêze piştevaniya jinê ye

  • 13:31 3 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE - Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay pêşketinên rojane nirxand. Ebruyê got:"Me hemû zordestî û astengî têk bir û me torên piştevaniya ava kir. Çimkî em dizanin ku ya ku ew ê me biparêze piştevaniya jinê ye. Partiya me  li ser xeta azadiya jinê û civakake demokratîk têkoşîna xwe dike."
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe derbarê rojevên heyî de nirxandin kir. Ebrû, diyar kir ku di têkoşîna li dijî şewba vîrûsa korona (kovîd-19) de li tevahiya cîhanê nîqaşên pir cîdî ji bo guhertinan hene û lê hikumeta AKP’ê di polîtîkayên xwe yên cudakar de bi israr e.
 
'Vîrûs herî zêde ji bo girtîgehan bi talûke ye'
 
Ebrû, anî ziman ku vîrûs herî zêde ji bo girtîgehan bi talûke ye û wiha axivî: “Ji ber vê yeke divê demildest girtiyên nexweş û extiyar bên berdan. Lê mixabin di rewşa heyî de heya niha ji bo vê tu pêşketin tuneye. Hikumetê bi hiqûqa dijminantiyê girtî li hemberî vîrûsê bê parastin hiştine û terkî mirinê kirine. Bangên hemû kesên xwedî bi wijdan û exlaq hene. Dîsa bangên girîng ên NY û CPT’ê hene. Dixwazin ku demildest girtîgeh bên valakirin. Lê hikumeta AKP’ê guh nade van bangan û ji nedîtî ve tê. Ev yek jî rê li ber komkujiyê vedike. Berpirsiyariyê vê yeke AKP ye. Girtî terkî mirinê kirin cinayet û faîlê van cînayetan jî AKP bi xwe ye.”
 
'Wekheviya di înfazê de ne qencî ye mafekê qanûnî ye'
 
Ebrû, da zanîn ku qanûna pêşnûmeya înfazê ya ji aliyê AKP-MHP’ê hatiye amedekirin dê îro di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de bê dîtin û wiha bi lêv kir: “Ji bo ku wekheviya înfazê pêk were em ê di Meclîsê de helwestê nîşan bidin. Ji bo vê heya roja îro me têkoşîn da û em ê ji vir şûn de vê têkoşîna xwe dewam bikin. Di vê mijarê de, em di nava têkoşînek mezin dene. Wekheviya di înfazê de ne qencî ye mafekê qanûnî ye. Di qanûnan de hemû kes wek hev in û divê ev wekhevî bê parastin.”
 
'Pênaseya ‘terorê’ hema bêje ji bo hemû mûxalîfan tê bikaranîn'
 
Ebrû dest nîşan kir ku Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK), ji bo cezakirina mûxalîfan veguheriye çekê û wiha bil êv kir: “Pênaseya ‘terorê’ hema bêje ji bo hemû mûxalîfan tê bikaranîn. Hemû kes dibe ku her kêlî bibin terorîst. Êdî rewş wisa bûye ku siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen, parazvanên mafên mirovan, sendîkavan, jin, xwendekar û ciwan bi terorê tên sûcdarkirin. Ji ber vê ez carek din dixwazim vê yekê bêjim; Divê pênaseya ‘terorê’ ji TMK’ê bê rakirin. Wekheviya di înfazê de, divê ji bo hemû kesan derbasdar be û ji bo parastina mafê girtiyan qanûn bên derxistin. Pêwîst e demildest girtîgeh bên valakirin. Vîrus cudakariyê nake, gefê li her kesî dixwe û ji ber vê divê demildest girtîgeh bên valakirin.”
 
'Niha li hemberî me îqtîdara ku vê şewbê ji bo xwe dike firsend heye'
 
Ebrû, da zanîn ku di van rojên vîrûsa corona de dê piştevanî û şewirmendî civakê li ser piyan bihêle û wiha axivî: "Em bêyî cudakariyê bikin, destdirêjiya hemû kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye wekî erk û peywirê dibînin. Niha li hemberî me îqtîdara ku vê şewbê ji bo xwe dike firsend heye. Di her qeyranê de dixwaze hêza xwe xurt bike. Têkoşîna li dijî şewba vîrûsa corona ne taqînkirina qeyûman a Şaredariyên HDP'ê ye. Ger ku pir ji dil bin divê bi hêzên muxalif re îtîfaqê çêkin. Divê piştevaniyê bide şaredariyên ku bi vîrûsê re têdikoşe." 
 
'Hemû hewldanên îqtîdarê li dijî civakê ye'
 
Ebrû, destnîşan kir ku hemû hewldanên îqtîdarê li dijî civakê ye û wiha lê zêde kir: "Niha hewldana wan ew e ku civakê tune bikin. Dixwazin her kes mohtacê îqtîdarê be. Bi pakêtên alîkariyê jiyana mirovan dixin talûkeyê. Armanca wan ne ku bibin bersiva pêdiviyên welatiyan. Armanca wan dixwazin welatiyan bikin mohtacê xwe. Em carek din bang li hemû beşên civakî dikin ku piştevanî û şewirmendiyê xurt bikin. Divê her kes bi cîranê xwe re piştevaniyê bike û li hev xwedi derkevin."
 
'Ya ku ew ê me biparêze piştevaniya jinê ye'
 
Ebrû, herî dawî da zanîn ku tevî hemû astengiyan dê piştevanî û şewirmendiya civakî û jinê xurt bikin û got: "Tora piştevaniya me ya jinan pir xurt e. Heta niha em rastî hezar zor û zahmetiyan hatin. Lê tevi hemu astengiyan me torên piştevaniyê ava kir. Dixwazin di van rojên bi corona de me li dijî dewleta feraseta mêrê serdest bi tenê bihêlin. Tevî hemû zor û astengiyan me tora piştevaniyê pêş xist. Ya ku ew ê me biparêze piştevaniya jinê ye. Ji ber ku em dizanin ya me biparêze tora piştevaniya civakî ye. Em ê di van rojên coronayê te têkoşîna jiyana hevpar û piştevaniyê bêtir xurt bikin û bidomînin. Em partiya ji bo azadiya jinê û civaka demokratîk têdikoşin. Em hemû pir baş dizanin ku tu rejîmên faşîst, li tenişta civaka ku ji bo aştî, demokrasî, edalet û wekheviye têdikoşe cihê xwe negirtiye. Em ê di her şert û mercan de polîtîkayên qirêj yên AKP’ê ku li dijî gel pêş dixin vebêjin."