Dayikên girtiyan: Ne caneze em zarokên xwe dixwazin

  • 09:01 3 Nîsan 2020
  • Rojane
Medya Uren- Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Malbatên girtiyan tirs û fikarên xwe ya li hemberî belavbûna vîrûsê ya li girtîgehan anîn ziman û bang li hikûmetê kirin daxwaza serbest berdana girtiyên siyasî kirin. 
 
Piştî belavbûna vîrûsa koronayê malbatên girtiyan ketin nava tirs û fikaran. Ji ber ku şert û mercên girtîgehan xirab in rîska belavbûna vîrûsa koronayê zêdetir dibin. Herî dawiyê Wezîreta Dadê derbarê tedbîran de daxuyaniyek da û got hewdîtin hatin qedexekirin, gartiyan êdî dernakevin li derveyî girtîgehê. Tirs û fikara malbatan li hemberî tedbîran bêtir zêde dibin û malbat dixwazin hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Fatma Kaydun, Aysel Tufan û Aysel Ateş zarokên wan girtî ne û bang li hikûmetê kirin û daxwaza berdana girtiyên siyasî kirin. 
 
‘Bila girtiyên siyasî bên berdan' 
 
Bekir Kaydun 10 sal û nîv e girtiye û dayîka wî Fatma Kaydun bal kişand ser rewşa girtiyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi hezaran gitî li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Kurê min jî di nava de bû. Lê piştî çalakî hatin bi dawî kirin nehatin tedawîkirin. Kurê min nexweşiya dil û gurçîskê pê re heye. Divê bên tedawîkirin. Piştî derketina nexweşiyê rewşa girtiyan bêtir ket xetereyê. Tenê hevdîtin hatin qedexekirin û ev tişt bi serê xwe tecrîd e. Ji bilî qedexeyê ji bo tenduristiya girtiyan tiştek nayê kirin. Divê şert û mercên li girtîgehan bên sererastkirin amûrên paqijî û dezengfekteyê bidin girtiyan. Îrana ku xwediye sîstemek ewqas dijware, bi hezaran girtî serbest hatin berdan. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî bên berdan. Em bang li rayedaran dikin ku deriyên girtîgehê vekin.” 
 
‘Ger  tiştek bi girtiyan were berpirsyar hikûmet e’
 
Kurê Aysel Ateş Mehmet Ateş girtiyeke siyasî ye. Aysel, bal kişand ser helwesta hikûmetê û got: "Kurê min emrê xwe li girtîgehê derbas kir. Heke tiştek bê serê girtiyan berpis hikûmet e. Em dayik in me her tiştî bi çavê xwe dît, car hat wan di oxira jiyanek azad de canê xwe dan ber mirinê. Bi mehan di grevên birçîbunê de man. Piştî çalakî bi dawîbûn jî nehatin tedawî kirin. Zarokên me di gruba rîskê de ne. Hikûmeta ku her roj bang dike dibêje mirovên temen mezin û kesê nexweşiya wan a kronîk heyen bila ji malê der nekevin îro bi hezaran girtiyan bê ewlehî di girtîne. Jiyana zarokên me di metirsiyê de ne."
 
‘Rewşa girtiyên nexweş krîtik e' 
 
Aysel, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi hezaran girtî hene û li holekî bê tenduristî de di nava têkiliyan de nin. Bifikrin di odeyek biçûk de 15 kes dimînin. Tuwalêt û serşuyan wan heman e, xwarinên tên ji wan re ser vekirî û çawa tên amade kirin jî ne diyare. Li rexa wê ewlehiyên paqijiyê nayên girtin. Ger dezefengtan kiribin ji gardiyan gelek caran ne baldar in. Ji bo girtiyên nexweş ciheke bi rîsk e. Dilê me ne rehete. Gelek welat girtiyên xwe berdan,  lê bi hezaran girtiyên Li Tirkiyeyê jî di nava şert û mercên dijwar de dijîn û serbest nayên berdan. Divê deriyên girtîgehan bên vekirin."
 
‘Em ê ji bo zarokên xwe hewl bidin'
 
Aysel Yesure Tufan jî wekî malbatên din bal kişand ser hevdîtîna bi kurê xwe re û got: "Kurê min li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye. Kurê min di telefonê de got ku li vir tedbîrên ewlehiyê ya li dijî koronayê nayên girtin. Bixwazin nexwazin jî nikarin holekî bi tenduristî biafirînin. Derfet jî ji bo wan nayên dayîn. Ne ava germ, ne jî amûrên paqijiyê didin girtiyan. Girtî hemû bi her awayî di nava tecrîtê de nin. Li şûna ku paqijî û xebatên dezefenkteyê bikin girtî terkê mirinê kirine. Em dayik di îsyanê de ne, em dixwazin rayedarên dewletê û gel guh bidin dengê me. Bila zarokên me nemirin. Girtî jiyanê hez dikin û ji bo vê jî gelek bedel dan. Ji bo zarokên me bijîn divê em bikevin nava hewldanan."