Di encama topbarana li dijî Um El-Kêfê de sivîlek birîndar bû
- 15:28 2 Nîsan 2020
- Rojane
HESEKÊ - Îro bi dijwarî dewleta tirk û hevkarên wê, gundê Um El-Kêf topbaran kirin û di encamê de sivîlek birîndar bû.
Îro dîsa dewleta tirk û hevkarên wê bi dijwarî gundê Eboş û Um El-Kêf yê girêdayî Navçeya Til Temir a Kantona Hesekê, topbaran kirin. Di encama topbarana ser Um El-Kêf de sivîlê bi navê Xalid El-Xidir birîndar bû.
Li gorî rêveberiya nexweşxaneya Ş.Lêgerîn ji me re diyar kir ku rewşa birîndar baş e û ew rakirin nexweşxaneyê bajarê Hesekê.
Hêjayî gotinê ye ku heya vê kêliyê jî gund tê topbarankirin.