Di encama topbarana li dijî Um El-Kêfê de sivîlek birîndar bû 2020-04-02 15:28:54   HESEKÊ - Îro bi dijwarî dewleta tirk û hevkarên wê, gundê Um El-Kêf topbaran kirin û di encamê de sivîlek birîndar bû.    Îro dîsa dewleta tirk û hevkarên wê  bi dijwarî gundê Eboş û Um El-Kêf yê girêdayî Navçeya Til Temir a Kantona Hesekê, topbaran kirin. Di encama topbarana ser Um El-Kêf de sivîlê bi navê Xalid El-Xidir birîndar bû.    Li gorî rêveberiya nexweşxaneya Ş.Lêgerîn ji me re diyar kir ku rewşa birîndar baş e û ew rakirin nexweşxaneyê bajarê Hesekê.   Hêjayî gotinê ye ku heya vê kêliyê jî gund tê topbarankirin.