'Ji bo gel bê nan nemîne em her roj dixebitin'

  • 09:12 2 Nîsan 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Jinên ku di firina Adarê ya Dêrikê de dixebitin wiha gotin: "Ji roja ku her der ji ber sedema Vîrusa Koronayê hatiye girtin, em tên firinê û nan çêdikin da ku gelê me bê nan nemînin."
 
Piştî belavbûna Vîrûsa Korona ya li tevahî cîhanê li hemû welatan tedbîr hatin girtin. Pir kes bi sedema Vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî di bin denetima bijîjkan de ne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji ber sedema Vîrûsa Korona gelek tedbîr hatin girtin û tenduristî, firoşgeh, hêzên ewlekarî, dermanxane û firin dikarin bixebitin. Li bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê di firina Adarê de ji bo ku gel bê nan nemînin jinên ku li vir dimînin karê xwe didin meşandin. Jinên ku di firina Adarê de dixebitin axivîn.
 
'Ji bo parastina civaka xwe ji mala xwe dernekevin'
 
Jina bi nave Dîlber Mihemed li ser firina Adarê axivî û got: "Ev çar salin em di firina Adarê de kar dikin. Em di firina Adarê de 5 jin kar dikin û ji wan 2 nanê sêlê çêdikin. 2 jin hevîr dikin, ez jî nan sor dikim. Ji ber Vîrûsa Korona hemû der hatin girtin. Ji bo parastina gelê me hemû der hatin girtin, em jî ji bo xizmeta gelê xwe bikin karê xwe dewam dikin. Karê me di vê pêvajoyê de kêm bûye, ji ber kesên ku li gundan dijîn danakevin bajêr û di mala xwe de xwe ji vîrûsê diparêzin. Em jî bang dikin da ku hemû gelê me ji bo parastina civaka xwe ji mala xwe dernekevin."
 
'Pêwist e herkes xwe ji vîrusê biparêze'
 
Naylê Hesen jî bal kişand ser karê xwe û wiha pê de çû: "Em di firina Adarê de kar dikin. Em ji saet 5'ê sibehê tên firinê û nanê xwe çêdikin. Heta ku nanê me hebe em li firinê dimînin. Ji ber Vîrûsa Korona û kêmbûna derketina gel a ji malên wan karê me kêm bûye, lê her roj ji bo ku gelê me bê nan nemîne em tên firinê û nan çêdikin. Hêviya me ew e ku hemû kes bila xwe ji vîrûsê biparêzin û di mala xwe de bimînin."