Baroya Mêrdînê: Êrîşa li dijî Goristana Êzîdiyan xesar daye wijdanê civakê

  • 10:09 30 Adar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê, êrîşa li dijî goristana êzidiyan şermezar kir.
 
Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê, êrîşa li dijî Goristana Qubê Hesen Begê ya êzîdiyan ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê pêk hatibû, bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. Komîsyonê, diyar kir ku êrîşê xesareke mezin daye wijdanê civakê û wiha got: “Weke komîsyon; em êrîşên dijmirovane yên li dijî ol, ziman û çand ên provakatîf şermezar dikin û diyar dikin ku em li dijî êrîşên bi vî rengî ne. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radgihînin ku piştevaniya Êzidiyan dikin.”