Gultan Kişanak serdana malbata Şenyaşar kir

  • 15:15 25 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
RIHA - Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk çûn serdana Malbata Şenyaşar. 
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de Hacî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar di êrîşa parêzvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de jiyana xwe ji dest dabûn. Piştre Fadil Şenyaşar ê ku bi giranî birîndar bûbû hat girtin û di encama çalakiya Nobeda Edaletê ya ku dayika wî Emîne Şenyaşar dabû destpêkirin de 18’ê Cotmehê de hat tahliyekirin. 
 
Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk çûn serdana Malbata Şenyaşar.  Li gel Gultan û Ahmet nûnerên Rêxistina Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Hevşaredarên Pirsûsê jî hebûn. 
 
Gultan di serdanê de sersaxî ji malbatê re xwest û diyar kir ku berxwedana dayikê dîrokî ye. 
 
Serdana Şaredariya Pirsûsê 
 
Li aliyê din Gultan Şaredariya Pirsûsê jî ziyaret kir. Gultan a ku bi gulan hat pêşwazîkirin, serkeftina Hevşaredaran pîroz kir.