Baroya Mêrdînê: Êrîşa li dijî Goristana Êzîdiyan xesar daye wijdanê civakê 2020-03-30 10:09:40   MÊRDÎN - Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê, êrîşa li dijî goristana êzidiyan şermezar kir.   Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê, êrîşa li dijî Goristana Qubê Hesen Begê ya êzîdiyan ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê pêk hatibû, bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. Komîsyonê, diyar kir ku êrîşê xesareke mezin daye wijdanê civakê û wiha got: “Weke komîsyon; em êrîşên dijmirovane yên li dijî ol, ziman û çand ên provakatîf şermezar dikin û diyar dikin ku em li dijî êrîşên bi vî rengî ne. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radgihînin ku piştevaniya Êzidiyan dikin.”