Şêniyên Rojava li dijî şewata li Îmraliyê daketin qadan

  • 16:09 27 Sibat 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Şêniyên Rojava piştî şewata li girava Îmaliyê, ji bo naskirina rewş û selametiya Abdullah Ocalan daketin qadan.
 
Bi sedan şênî li pêşiya navenda Komseriya Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişloyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûn.
 
Şêniyan wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin.
 
Tê payîn ku xwepêşandan li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo naskirina rewş û selametiya Abdullah Ocalan werin lidarxistin.